Doza Batumlu û Kizilkaya hat taloqkirin 2016-10-13 13:33:07 STENBOL (DÎHA) - Rûniştina doza parêzer Ayşe Batumlu ku piştgirî dabû Rojnameya Ozgur Gundemê û Midûrê Karê Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya hat taloqkirin. Rûniştina doza Parêzer Ayşe Batumlu ku beşdarî "Nobeta Gerînendeya Giştî ya Weşanê" ya Ozgur Gundemê bû û Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameyê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina dozê ku Batumlu tevlî ne bû de, ji bo parastina dadgehê were stendin dadgehê ji bo Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê talîmat şand û Midûrê Karên Nivîsan ê rojnamê Înan Kizilkaya jî anîn dadgehê. Di rûniştinê de Kizilkaya parastina xwe kir û wiha got: "Di wê dîrokê de kampanyaya me hebû. Ayşe Batumlu jî li rojnameyê rojekê gerînendehiya giştî ya rojnameyê kir. Armanca rojnameyê bal kişandin û xwe dana xwendin bû. Ji bo balê bikişîne şer pêvajoya şer û şîdetê û ji bo agahiyan bigire û ragihîne nivîs nivîsîne. Rojnameyên din jî derbarê şerê heyî de nûçeyên li gorî nêrîna xwe weşandin. Ev nivîsên bûe mijara sûc ez na hizirim ku sûc e." Piştî parastina Kizilkaya, heyeta dadgehê doz taloqî 22'yê Kanûnê kir. (mb)