'Dê serdegirtinên HDP û DBP'ê encam negire' 2016-10-13 11:22:56 AMED (DÎHA) - Hêzên dewletê duh bi şev di satên dereng ên şevê de bi awayekî hemwest bi ser avahiyên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyên Amedê de girt. Polîsan di serdegirtinan de hundirên avahiyên HDP û DBP'ê serobin kir dest danî ser gelek alavan. Cîgirê Hevserokên DBP’a Rezanê Sînan Ekîncî diyar kir ku bi van operasyonan dixwazin kurdan bêdeng bikin, lê bê fêde ye. AMED NAVEND Duh di saetên şevê de hêzên dewletê bi awayekî hemwext bi ser avahiyên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyên Amedê girtin. Li avahiyên bajêr ên HDP û DBP’a Amedê serdegirtin û lêgerîn heta saet 03.00’an berdewam kir. Deriyê avahiya DBP’a bajêr a Amedê hat şikandin. Di serdegirtinê de poster û pirtûkên Rêberê PKK Abdullah Ocalan, kovarên Ozgur Halk, Demokratîk Modernîte û KJA’yê hatin desteser kirin. Li gel van hemû pêkanîn polîsan dest danî ser pirtûkên denazana DBP’ê û zabitname girt. Li avahiya HDP’ê ya Amedê jî seredegirtinê heta saetêndereng berdewam kir. Hat hînbûn ku di serdegirtina HDP’ê xwestine ji bo Hevserokên HDP’ê yên beriya 3 rojan hatibûn binçavkirin delîlan kom bikin. Di serdegirtinê polîsan rapora xerakirina Sûrê û lîsteya navê kesên li Cizîrê û pirtûkên hebûn wek delîl hatin nîşandan û dest danîn ser van nivîstekan. REZAN Dûh êvarê di saetên şevê de hêzên dewletê bi hinceta “Lêgerîn heye” bi ser avahiyên rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeya Rezana Amedê de girt. Hêzên dewletê bi alîkariya mixtarê taxê ketin hûndirê avahiyê û lêgerîn pêkanîn. Di dema lêgerînê de li hemû odeyan her du rêxistinan de sero bin kirin. Hemû pirtûk û dosye hatin li hev xistin û wêneyên wan hat kişandin. Her wiha alîkariya ji bo bajarên Bakûrê Kurdistanê yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xerakirin ku li avahiya DBP’ê hatibû berhevkirin jî hatin sero bin kirin û wêneyê alîkariyê kişandin. Cîgirê Hevserokên DBP’a Rezanê Sînan Ekîncî li dijî serdegirtin û êrîşan nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Ji bo pêşî li siyaseta me bigirin serî li van pêkanînan didin. Em partiyek siyasî ne û dixwazin me bêdeng bikin. Em li hemû bajar û gundan xebatê siyaseta demokratîk dimeşînin. Niha dixwazin siyaseta kurd bêdeng bikin. Em serî natewînin. Çima bi ser AKP’ê de nagirin. Lê bi ser avahiyên HDP û DBP’ê de digirin gelo?” SÛR/YENÎŞEHÎR Li navçeyên navendî yên Yenîşehîr û Sûrê jî hêzên dewletê bi ser avahiyên HDP û DBP’ê de girt û bi rêbazek dij mirovane û hiqûqî lêgerîn pêkanîn. Lêgerînê li vir jî bi saetan domiya û hêzên dewletê bê ser û ber dest danî ser gelek pirtûk û tiştên avahiyê. Hûndirê avahiyan hat ser û bin kirin. Piştî saetan şûn ve lêgerîn xelas bû. BISMIL Li navçeya Bismilê jî serdegirtina avahiyên HDP û DBP’ê hebû û li vir jî deriyê avahiyan şikandin û ketin hûndir. Polîsan dest danî ser hard dîskên kompîtorên rêxistinan û polsterên Ocalan û li gel xwe birin. Cîgirê Hevserokên DBP’a Bismilê Ahmet Guneş li dijî serdegirtinê nerazîbûn nîşan da û wiha got: “Ev pêkanîn zilm, bê edaletî, wahşet û bê hiqûqiye. Ewil hevserokên me binçavkirin niha jî bi ser partiya me de digirin û hemû alavên me şikandine. Ev bê hiqûqî tenê li ser gelê kurd tê meşandin. Dê gelê me vê dij hiqûqiyê qebûl neke. Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk û hiqûqî bimeşînin. Em vê polîtîkaya bêdengkirin û tunekirinê lanet dikin.” LICÊ Li navçeya Licê jî hêzên dewletê bê ser û ber bi ser avahiyên HDP û DBP’ê ve girtin û derê avahiyan bi balyozan şikandin û ketin hûndir. Li hûndir hemû alavên hûndir belawela kirin. Lêgerîna li Licê heta heta serê sibê dom kir û polîsan dest danî ser gelek nivîstek û pirtûkan. KARAZ Li navçeya Karazê jî polîsan û tîmên taybet bi ser avahiyên DBP û HDP’ê de girtin û hûndirê avahiyan ser û bin kirin û gelek tiştan ziyan dît. Hemû alavên hûndir hatin belavkirin û her tiştî ji hev perçe perçe kirin. Her wiha polîsan dest danî ser posterên Ocalan, wêneyên PKK’iyên di dem û cihên cûda de jiyana xwe ji dest dane û kesên bi kiryarên ne diyar di salên 1990’an de hatin qetilkirin. Deriyên odeyan hatin şikandin û dest danîn ser saetên bi ala DBP’ê û flamayên kesk, sor û zer. Lêgerînê nêzî 4 saet û nîv berdewam kir û hêj polîsên sivîl li derdora avahiyan diçin û tên. ÇINAR Li navçeya Çinarê jî hêzên dewletê bi awayekî hov bi ser avahiyên DBP û HDP’ê de girtin. Hat hîn bûn ku Qeymeqamê Navçeyê Îsmaîl Şanli jî bi hêzên dewletê re tevlî serdegirtinê bûye û derketiya nêçîra kurdan. Serdegirtina li vir jî demek dirêj berdewam kir û dest danîn ser hard dîskan, afîşan, saetên logoya DBP’ê li ser in, danezana partiyê, kovara Ozgur Halk û posterên Rêberê PKK Abdullah Ocalan. Cîgirê Hevserokên HDP’a Çinarê Mehmet Tuzun êrîş û serdegirtin şermezar kir û wiha got: “Dixwazin me bitirsînin û bitepisînin û tirsê bixin dilê me. Lê bila baş zanibin tu demê dilê me natirse û dilê me ji bo azadiyê lê dide.” (ra-ua/bg/mae)