Di serdegirtinan de polîsan dest danî ser rapor, belge û pirtûkan 2016-10-13 10:11:13 AMED (DÎHA) - Yekîneyên polîsan şevê din bi ser avahiya HDP û DBP'ê yên bajar û navçeyên Amedê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerîn bi dawî bûn polîsan dest danîn ser rapor, belge û pirtûkên partiyê. Endamên partiyê yên ku bi ser malên wan de hatibûn girtin jî hatin binçavkirin. Yekîneyên polîsan şevê din bi ser avahiyên HDP û DBP'ê yên Bajar û Navçeyên Amedê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Polîsên bi keçên lûle dirêj bi ser avahiyan de girtin hemû rêyên diçin avahiyên partiyê hatin girtin. Polîsan di dema lêgerînê de kesek nêzî avahiyan ne kirin û kesên ku li ber avahiyan re xwestin biçin malên xwe di kontrola GBT'ê re derbas kirin. Piştî lêgerîna bi saetan bi dawî bû, polîsan dest danî ser gelek raporên ku di nava wan de rapora ku şerê li Sûrê hatî meşandin hatibû nivîsandin. Derî şikandin û ketin hundir Di serdegirtina polîsan a avahiyên HDP û DBP'ê yên navçeya Licê ya Amedê de, polîsan deriyê avahiyê şikandin û ketin hundir û bi saetan li avahiyê lêgerîn pêk anîn. Di lêgerîna ku heta saetên sibê berdewam kir de polîsan dest danî ser belge û pirtûkên li hundir bûn. Polîsan di heman saetan de bi ser avahiyên DBP û HDP'ê yên Erxeniyê de jî girtin. Polîsên ku bi ser avahiya ku kesek di hundirê wê de tune bû de girtin derî şikandin û ketin hundir û lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerîn bi dawî bû, polîsan kîlîta derî guhertin û hat diyarkirin ku ji bo tutanak bê girtin polîsan bang li endamên partiyê kirine ku bên midûryetê. Di serdegitinên polîsan ên avahiyên HDP û DBP'ê yên Farqînê de jî lêgerîn pêk hat. Piştî lêgerîn bi dawî bû polîsan dest danîn ser poster û bîlgîseryarên partiyê. Binçav kirin Li hemû navçeyên Amedê polîsan di dama serdegirtinên avahiyên HDP û DBP'ê de bi ser malên endamên partiyê de jî girtin û gelek kes binçav kirin. Navê endamên partiyê yên hatin binçavkirin ne hatin zanîn. (mb)