Heke binpêkirinên mafan ranewestin, dê malbat dest bi rojiya mirinê bikin 2016-10-13 09:19:08 DÎLOK (DÎHA) –Hevberdevka TÛHAD-FED’ê ya Dîlokê Încîl Selçûk diyar kir ku, heke li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê binpêkirina mafan raneweste, dê malbat li ber girtîgehê dest rojiya mirinê bikin. Lî Dîlokê, li Girtîgeha Tîpa L’yê ya ku nû hatiye vekirin, her diçe binpêkirinên mafan zêde dibin. Hevberdevka TÛHAD-FED’ê ya Dîlokê Încîl Selçûk got, heke binpêkirinên mafan bidomin, dê malbat li ber girtîgehê dest rojiya mirinê bikin. Selçûk diyar kir ku, li girtîgehê ferzkirina lêgerîna tazî, sixêf, îşkenceya fîzîkî xwe didin der û pêdivî bi tu awayî bi cih nayên û ragihand ku, di vî warî de wan xwestiye bi îdareya girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin, lê belê bi tu awayî xwe negihandine îdareyê. ‘Heqaret û îşkenceya fîzîkî heye, av nayê dayîn’ Selçûk diyar kir ku, nêzî mehek berê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê hikumxwar sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê hatine kirin û dest nîşan kir ku, di dema sirgûnê de girtî rastî heqaret, îşkenceya fîzîkî hatine û ev rewş dem dem didome. Selçûk anî ziman ku, ji ber girtîgeh nû hatiye çêkirin gelek kêmaniyên wê hene û ragihand ku, kantîna wê tune ye û herî zêde jî kêmaniya ava vexwarinê xwe dide der. ‘Girtî birçî tên hiştin’ Selçûk anî ziman ku, ji bo serşûştinê av ji bo girtiyan nayê dayîn û wiha axivî: “Hema bêje hemû amûrên wan hatine desteserkirin. Zivistan tê, lê hîn jî betanî ji bo wan nehatine dayîn. Xweşikî xwarin nayê dayîn. Carinan girtî birçî tên hiştin. Ji ber birçîbûnê girtî, hêdî hêdî kîloyan didin.” ‘Li hundir girtî, li derve malbat’ Selçûk anî ziman ku, hikûmxwar li gor qanûnan ceza girtine û divê li gor vê rastî muameleyê bên û dest nîşan kir ku, binpêkirênên mafan serî hilgirtine û her diçe zêde dibin. Selçûk diyar kir ku, pêdiviyê mirovayî yên girtiyan jî tên astengkirin û dest nîşan kir ku, li hundir girtî, li derve jî malbat rastî îşkenceyên giran tên. ‘Ji bo malbatan jî şertên neyînî didin der’ Selçûk anî ziman ku, ji ber girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê hemû ji derve anîne, ji ber vê malbat jî ji derve tên û wiha axivî: “Girtîgeh pir li dervayî bajêr hatiye avakirin. Di her hevdîtinê de, bi sedan malbat tên wir. Bankeke ku malbat li ser rûnên jî tune ye. Lawabo tune ye. Li ber tavê bi saetan li benda saeta hevdîtinê disekinin.” ‘Heke binpêkirinên mafan ranewestinê, em ê dest bi rojiya mirinê bikin!’ Selçûk ragihand ku, ew li vir bang li hemû rayedaran dikin û wiha domand: “Malbat diyar dikin ku, heke binpêkirinên mafan ranewestin, ew ê li ber girtîgehê dest bi rojiya mirinê bikin. Dê ev rewş, heta encamgirtinekê bidome, divê her kes bi vê zanibe. Bila dest nedin sebra gelê me. Ji ber binpêkirinên mafan, me xwest em bi mudurê girtîgehê re hevdîtinê pêk bînin, lê belê heta îro jî me xwe negihandiye wî.” (red)