'Bila kiryarên diyarkirî bên darizandin’ 2016-10-13 09:16:19 EDENE (DÎHA) – Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadîr Bagdû yê ku 2 sal berê li Edeneyê hat qetilkirin, hîn jî kiryarên wî nehatine dîtin. Malbata Bagdû û parêzerên wî xwestin kiryarên diyarkirî bên darizandin. Li Tirkiye û Kurdistanê, di 6-8’ê cotmehê di çalakiyên Kobaniyê de, di encama êrîşên polîs û hêzên hîzbul-kontrayî yên li dijî çalakvanan de, nêzî 50 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Yek ji van bajaran jî Edene bû, ku bi awayekî zêde çalakiyên Kobaniyê xwe dabûn der. Li Edeneyê di 8’ê cotmeha 2014’an Ahmet Albay, di 10’ê cotmeha 2014’an Yûsûf Guldîren û di 14’ê cotmeha 2014’an de jî li Taxa Ova ya navçeya Seyhanê xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat Kadîr Bagdû ji aliyê kesên bi maske û li ser motorsikletekê rastî êrîşeke çekdarî hatibû û jiyana xwe ji dest dabû. Tê diyarkirin ku ev her 3 qetilkirin, li Tirkiyeyê çalakiyên ewil yên DAIŞ’ê ne, lê Muduriyeta Polîsan a Edeneyê jî, tu pêwendiyê di navbera her 3 bûyeran de danenî û têkiliya DAIŞ’ê ya van bûyeran pevgirêneda. Ji ber wê, perdeya nepenî ya li ser her sê qetilkirinan nehat kişandin. Dosyeya Bagdû ji ber wek bûyereke adlî tê lêpirsîn, di 12’ê çile de bi biryara lêgerîna daîmî (kiryar nediyar), dosye ji Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê re hat şandin û dosyeya lêpirsînî xistin nav dosyeyên “kiryar nediyar”an. 'Bila kujer bê aşkere kirin’ Şemsa Bagdû, hevjîna Bagdû anî ziman ku, li gel 2 sal di ser qetilkirina hevjînê wê de derbas bûye jî, kiryarên wî nehatine dîtin û darizandin. Bagdû wiha axivî: “Em dixwazin kujerê hevjînê min bê dîtin û aşkerekirin. Heta em encamekê ji vê dosyeyê negirin em ê dev ji vê dozê bernedin. Heke bivê em ê vê dozê bibin DMME’yê jî. “ Bagdû ya ku got, "Heke dewlet bixwaze dikare sûcdaran derxe holê, lê belê hîn jî kuştineke kur o nîvro pêk te, ev 2 sal e dernaxînin holê” wiha bertek nîşan da: “Êdî sebra men emaye. Bila demildest kujeran derxînin holê. 2 sal di ser re derbas bûye, rojekê jî polîs nehatine derbareyê dosyayê de agahî endane.” 'Bila dawî li zextên arasteyî çapameniya azad bê’ Bagdû anî ziman ku, ji ber hevjînê wê Rojnameya Azadiya Welat a ku bi zimanê dayikê weşanê dike belav dikir, ji aliyê polîsan ve hedef hatibû girtin û wiha bang kir: “Tenê rojnameyeke me bi kurdî heye. Çavê wan li vê ye jî. Lê yên wan bi deha ne. Bila dawî li zextên arasteyî çapemeniya azad bên. Ez wek hevjîna rojnamegerekî, dixwazim kiryar bên dîtin.” DAIŞ ev kuştin pêk anîn! Parêzerê malbata Bagdû Tûgay Bek anî ziman ku, dosyeya Bagdû ji serî ve bi layiqî nehatiye meşandin û bi bîr xist ku, li gel hemû daxwazan jî, dosyeya Bagdû wek bûyereke edlî hatiye dîtin û ji aliyê dozgeriyê ve bi biryara “biryara lêgerîna daîmî” (kiryar nediyar) ji Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê re hatiye şandin. Bek ragihand ku, ji ber nehatiye xwestin têkilya dosyeya Bagdû ya bi DAIŞ’ê re derkeve holê dosye nehatiye çareserkirin. Bek da zanîn ku, têkiliya qetilkirina Yûsûf Gulduren, Ahmet Albay û Kadrî Bagdû bi hev re heye û got, ev qetilkirin ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hatine. Bek anî ziman ku, wan delîlên nû berpêşî dozgeriyê kirine û daxwaza aşkerekirina têkiliya DAIŞ’ê ya bi van bûyeran re kirine û diyar kir ku, hîn tu bersiv bo vê daxwaza wan nehatiye dayîn. (red)