Bi çavê şahidên zarok wêneyên Sûrê 2016-10-13 09:11:27 MELTEM OKTAY/ DEVRAN TOPTAŞ AMED (DÎHA) - 10 zarokên bûn şahidên şerê sûrê û êrîşêh hêzên dewletê, li taxên qedexe wêne kişandin. Zarokên wêne kişandin dê wêneyên xwe di 4'emîn Rojên Weneyan a Navneteweyî de bidin pêşandan. Wênekêş û Koordînatora Galeriya Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Kibar Suvarî, 3 meh berê bi zorên li Sûrê dijîn re li kargeriya wêneyan hatin cem hev. Suvarî kêşandina wêneyan fêrî zarokan kir û xwest zarok li Sûrê wêneyan bikişînin. Suvarî ji zarokan xwest herî her tiştî li taxên qedexe û şer lê pêş ketiye bi hest û ramanên xwe wêneyan bikişînin. Wêneyên ku zarokan li Sûrê kişandin komî ser hev kir. Suvarî li taxa "Qedexe" ya Dabanoglu bi zarokan wêne da kişandin salek berê û salek pişt re anîn hemberî hev. Suvarî, wêneyên ku zarokan li taxan kişandin komî ser hev kir û ji bo Rojên Wêneyan ê Amedê amade dike. Komeleya Amatorên Wênekêş a Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê hevpar 4'emîn Rojên Wêneyan a Navneteweyî pêk bîne. Bi çavê zarokan wêneyên Sûrê Wênekêş Suvarî, der barê xebatên kargeriyê û çavdêriyên zarokan de nirxandin kir û wiha got: "Zarokan li Sûrê xebatên wêneşan meşandin. Bi çavê xwe dîmenên Sûrê kişandin. Sedema xebatê ya li Sûrê me xwest di serdema qedexe de zarok dema xwe li vir derbas bikin. Me xwest piştî qedexeyan zarok bi dîtin û ramanê xwe wêneyan li wir bikişînin. Di serdema yekemîn a qedexe de koma 10 kesan çûn li kolanên qedexe wêne kişandin. Lê piştî qedexeyê em negihiştin zarokan. Koma yekem ji zarokên herêma şer pêk dihat. Piştî şer derst pê kir van zarokan malên xwe terk kirin û çûn. Di bin navê 'Ronahiya ciwan' de dê bê pêşandan Suvarî anî ziman ku piştî koma yekem belav bû, ji zarokên li taxên Îskenderpaşa û Lalebey dijîn komên nû ava kirin û wiha berdewam kir: "Me di serî de ji bo 2 mehan xebat amade kir. Piştre li ser pêdiviyê me xebatên kargeriyê kir 3 meh. Wêneyên ku zarokan li taxan kişand8in em dê bi navê "Ronahiya ciwan" bidin pêşandan. 'Hêj zarokan bandora şer ji ser xwe neavêtiye' Suvarî, çavdêriyên xwe yên li ser zarokên karkeriyê jî parve kir û wiha got: "Ji ber şer û xerakirina taxan zarok ketin bin bandorek mezin. Zarok bûn şahidê şer û hêj ew bandora şer ji ser xwe ne avêtine. Dema me li ser wêneyan niqaş dikir dîsa mijar diçû rojên şer. Me ji deng û ruyê wan fam dikir ku çiwas ketine bin banodra şer. Ev pêvajo ji bo me pir giran bû. Lê li aliyê din ji ber ku em bi zarokan re bûn em kêfxweş in." Bi wêneyan em dê Sûrê bidin nîşandan' Suvari, anî ziman ku di destpêkê de ji bo kişandina wêneyan zarok serbest berdan, lê piştî israra zarokan bêtir wêne ji nava Sûrê kişandin û wiha got: "Zarokan bêtir xwest li qadên dijîn wêne bikişînin. Xwestin nava Sûrê bikişînin. Wêneyên warên dîrokî û warên xerabûne kişandin. Ketin kolanên qedexe. Wêne rewşa Sûrê nîşan dide. Wêneyên ku zarokan kişandiye nîşanî me dide ku Sûr di pêvajoyek çawa re derbas bûye. Wargehên lîstikan xera bûne Xwendekarê kargeriya Wêneyan ê 11 salî Enes Sesiguzel li Taxa Dabanoglu kişand û ji roja ewil de dest bi kişandina wêneyan kir. Sesiguzel, diyar kir ku wî kişandina wêneyan di piratîkê de fêr bû û li taxên qedexe wêne kişandin. Sesiguzel, hestê xwe yên dema wêne kişandin parve kir û wiha got: "Me wêneyên warên xerabe kişandin. Min xwest kolan û taxên qedexe bikişînim. Berê ew tax pir xweş bûn. Me li wan kolanan lîstik dilîstin. lê niha li wan taxan qadên lîstikê tune. Tev xera bûne." Xaniyên xerabe kişandin Xwendekarê Kargeriyê yê 11 salî Harun Kaydaş jî ani ziman ku piştî tev li kargeriyê bû û şûnde dest bi kişandina wêneyan kir û li vir fêrî kişandina wêneyan bû. Kaydaş, ani ziman ku dema wêne kişandin ewil pir ket nava kelecanê û wiha got: "Lin li taxên Dabanoglu û Yenikapi wêne kişandin. Li wir xaniyên xerabe hebûn. Min xanî û malên xera bûne kişandin. Berê her tişt pir xweş û xwişik bû. Mala me jî li taxa Hasirli bû. Mala me jî xera bû. Min jî wêneyên van xaniyên xerabe kişand." (mae)