'Dewletên sedsala 21'emîn qatlîamker in' 2016-10-13 09:03:44 ENQERE (DÎHA) - Welatiyên ku pêşangeha wênekeş Mehmet Ozer a ji bo bîranîna 101 şehîdên aştiyê yên di Qatlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan vekir, ziyaret kirin anîn ziman ku dema ku tê gotin dewlet parastina ewlehiya gel tê hişê mirov lê dewletên sedsala 21'emîn dewletên qatlîamker in. Wênekêş Mehmet Ozer ji bo bîranîna 101 kesên ku par li Gara Trenê ya Enqereyê di 10'ê Cotmeha 2015'an de di êrîşa xwekujiyê de hatin qetilkirin li Salona Pêşangehê ya Şaredariya Çankayayê ya Enqereyê pêşangehek vekir. Pêşangeha ku di 10'ê Cotmehê de bi navê "Qasî ku bi bir birî xurt qasî ji bîr bikî sûcdar î, ji bîr neke" hat vekirin û heta 22'yê cotmehê vekirîbe eleqeyeke mezin dibîne. Gelek kes tên peşangehê û digerin. Welatiyên ku pêşangeha wêneyan ziyaret kirin dan zanîn ku hêzên dewletê şûna ku welatiyan xilas bike bombeyên gazê bi ser wan de reşandin û xwestin ku yên birîndar jî xelas bûn bimirin. Welatiyan anîn ziman ku dewleta ku welatiyên xwe bikuje ev dewlet dewletekî qetlîamker e. Welatiya bi navê Meral Kayhan a ku di komkujiyê de hevalên wê jiyana xwe ji dest dan û derûniya xwe ya roja komkujiyê bi van gotinan wegot: "Gelek hevalên min di komkujiyê de şehîd ketin û gelek jî bi giranî birînda bûn. Dema ku bombe teqiyan ling, mil û pêyên di hewa de dihatin xwarê.Yên ku li wê rojê şehîd bûn ji bo qîrkirina azadiya gelan li wir bûn. Salek derbas bû hêj wekî ku ez bibêjim bûyer duh qewimiye her roj tê ber bi çavên min." 'Dema mirov dibêje dewlet paratina ewlehiya gel tê hîşê mirov lê...' Kayhan diyar kir ku yên îsal ewlehiya welatiyan difikirin bîranîn qedexe kirin par çavên xwe girtin, hevpariya komkujiyê kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Par çend roj beriya ku komkujî pêk bê lîsteya kesên xwe dê di roja Mitînga Aştiyê biteqînin hatibû destê dewletê. Lê mixabin dewletê çi tişt nekir û bi awayekî zanebûn 101 kesên demokrat avêtin mirinê. Dema ku mirov dibêje dewlet ewlehiya gel tê ji hişê mirov. Lê dewletên sedsala 21'emîn dewletên qetlîamker in û tu qanûnên wan ên exlaqî û mirovî tune ne." 'Xwestin zêdetir kesî bikujin' Kayhan destnîşan kir ku hêzên dewletê xwestin kesên birîndar jî bimirin û axaftina xwe wiha domand: "Bi rastî tişta ku par roja komkujiyê herî zêde ez êşandin helwesta hêzên dewletê ya ku li hemberî gel bi kar anî bû. Hêzên dewletê dema ku bombe teqiyan şûna ku alîkariyê bide birîndar û miriyan bi awayekî hovane bombeyên gazê li ser me reşandin. Ev jî nîşan dide ku dewletê xwest zêdetir kes jiyana xwe ji dest bidin. 'Ji bo berjewendiyên xwe 101 kes qetil kirin' Kayhan bal kişand ser tirsa ku di nava civakê de tê jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her roj dema ku ez xewê radibim tirsa teqîna bombeyan ser min e. Bi rastî bila tu kes nebêje ku ez li Tirkiyeyê di nav ewlehiyê de dijîm. Yên ku ji bo berjewendiyên serokatiya xwe 101 kes bi awayekî aşkera şandin mirinê dibe ku sibe ji bo hîn berjewendiyên xwe me hemûyan bikuj e. Lê teqez rojek dê bê û ew kes dê hesaba van şehîdan bidin." 'Dewletê bombe avêt aştî yê' Welatiya bi navê Canan Tîryakî ya ku semînera wêneya ziyaret kir jî diyar kir ku dewletê par bombe avêt aştî yê wiha axivî: "Dewletê par di Mitînga Aştiyê de tenê bombe neavêt di nav welatiyan de bombe avêt aştiyê jî. Yên ku li Tirkiyeyê mafê azadiya gelan dixwazin tên kuştin. Ne pêwîst e em dûr biçin par me hemûyan ber bi çavên xwe dît ku dewletê 101 kesên aştîxwez qetil kir." 'Rastiya hikûmetê ber bi çavan e' Tîryakî bal kişand ser hilbijartinên 7'ê hezîranê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Daxwaza dewletê par di hilbijartinên 7'ê hezîranê de desthilatdariya xwe qehîm bike. Lê kesên ku biratiya gelan û aştî xwestin nehiştin ew bibin desthilatdar. Ji ber vê yekê jî dewletê kesên demokrat hedef girtin û yek bi yek ew girtin, kuştin û ceza kirin. Ev jî rastiya hikûmetê ya ber çav e." 'Tu kes bila hêviya aştiyê nebe' Tîryakî herî dawî ev tişt gotin: "Taybet divê ku mirov li ser dirêjkirina rewşa awarte raweste û sedemên vê binirxîne. Di vê rewşa awarte de gelek kes dê bên windakirin, girtin û qetilkirin. Binêrin rojname, televîzyon, radyo û kovarên li dijî wan sekna mûxalîf diparêzin tên girtin û mohrkirin. Ev jî nîşan dide ku dewlet amadekariya hîn tiştan dike û naxwaze ev ji civakê re bên parvekirin. Êdî divê em hemû bizanin ku dewlet aştiyê naxwaze. Ji bo vê jî yên ku radibin aştî û demokrasiyê dixwazin hedef in. Çi kes bila zanebûn xwe nexapîne. Heta ku ev hikûmet li ser desthilatdariyê be tu kes bila hêviya aştiyê nebe." (fd/sa)