'Çi karê te li ser wê kursiyê heye?' 2016-10-12 20:38:36 RIHA (DÎHA) - Endamê Meclîsa CHP'ê Yildirim Kaya, nobeta Endamên Egîtîm-Senê ya Rihayê ziyaret kir û diyar kir ku Wezareta Perwerdehiya Giştî ji bo girtina mamosteyan li benda Serokwezîre û wiha got: "Em bang li Serokwezîr dikin û dibêjin tu li benda çiye? Ger ku tu li benda Qesrê ye çi karê te li wir heye?" Nobeta endamên Egîtîm Senê ya Rihayê ku li dijî jikargirtin û kar durxistina momesteyan di roja 34'an de didome. Heyeta CHP'ê endamên Egîtîm Senê yên di nobetê de ziyaret kir. Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sena Rihayê Mehmet Keklik xêrhatina heyetê kir. Di civînê de Parlementerê Eskîşehîrê yê CHP'ê Utku Çakirozer diyar kir ku desthilatdariyê derbeya 15'ê Tîrhemê firset dît û akedemîsyen û mamoste ji kar girtin. Endamê Meclîsa CHP'ê Yildirim Kaya jî qetlîama Enqereyê şermezar kir û anî ziman ku ew dê vê komkujiyê ji bîr nekin. Kaya destnîşan kir ku ji derbeyên 12'ê adarê heya 12'ê îlonan sendîkayên wan girtin û endamên wan di îşkenceyan re derbaskirin û wiha got: "15'ê tîrmehê jî bi heman hişmediyê re rû bi rûne. Ne 12'ê adarê, ne 12'ê îlonê em ruxandin. 15'ê tîrmehê jî me naruxîne. Heta niha Egîtîm-Senê perwerdehiyek layîk, demokrat, zanyarî û bi zimanê dayîkê xwest û ji bo vê jî bitekoşe." 'Eger tu li benda Qesrê ye, çi karê te li wir heye?' Kaya Wezîrê Perwerdehiyê jî rexne kir û got: "Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ji me re got wan ji bo girtina kar ya mamosteyan hertişt amede kiriye lê li benda Serokwezîr in. Em bang li Serokwezîr dikin tu li benda çi ye? Eger tu li benda biryara Qesrê ye tu li ser wê kursiyê çi dike?" Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû. (bî-mp/mae)