HDP tevlî kongreya SYRÎZA dibe 2016-10-12 17:21:02 ENQERE (DÎHA) - Heyetek di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de ji bo tevlî kongreya SYRÎZA bibe diçe Yewnanîstanê. Heyetek di bin serokatiya Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş de, ji aliyê kongreya partiya îktidarê ya li Yewnanîstanê SYRÎZA ji bo tevlî kongreya wan bibe dawetiya hat şandin û li ser vê yekê dê heyetek biçe Yewnanîstanê. Heyeta ku ji Alîkara Hevserokên HDP'ê Fatma Kurtulan, endamê Komîsyona Peywendiyên Derve Nazmî Gur û Demîrtaş dê sibe biçin paytextê Yewnanîstanê Atînayê û tevlî 2'yemîn Kongreya Awarte ya SYRÎZA bibin. Di kongreya ku gelek kes hatine vexwedin de dê Demîrtaş di vekirinê de axaftinekê bike. Heyeta HDP'ê dê piştre bi heyeta SYRÎZA re hevdîtinekê pêk bîne. (mb)