Dayîkên Aştiyê bertek nîşanî binçavkirinan da 2016-10-12 15:50:06 STENBOL (DÎHA) - Dayikên Aştiyê yên li ber Qesra Dolmabahçeyê cara 50'emîn hatin cem hev bertek nîşanî operasyonên binçavkirinê yên li hemberî HDP û DBP'ê dan û wiha gotin: "Her ku em dibêjin aştî û bila dayîk negirîn Erdogan zilmê li me dike." Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û vegera Mutabaqata Dolmabahçeyê cara 50'emîn li ber Qesra Dolmabapçeyê hatin cem hev. Dayikan pankarta "Dê dayikan rê nedin şer" vekirin dowîzên "Em dixwazin maseya li Dolmabahçeyê hat xirakirin ji nû vê bê avakirin" "Jin şer naxwazin" hilgirtin. 'Em ê aştiyê biqêrîn' Li ser navê Dayîkên Aştiyê Guler Bugday axivî. Bugday bertek nîşanî serdegirtina avahiyên DBP û HDP'ê yên Amedê da û wiha got: "Girtina televîzyonên muxalefet dida xuyakirin ku dê pêla binçavkirin û girtinê destpê bike. AKP bi girtina televîzyon û radyoyên me dixwaze zilma ku li kurdan dike veşêre. Her ku em dibêjin aştî û bila dayîk negirîn Erdogan zilmê li me dike. Lê fêm nake ku em dest ji berxwedanê bernadin. Heta aştî neyê em ê bibin dengê hemû mirovan û li ber deriyê Dolmabahçeyê aştiyê biqêrîn." Welatiyê bi navê Hasan Çelîk ku ji bo piştgiriyê tevlî çalakiyê bûye anî ziman ku ew ê li hemberî vê rejîmê li bexwe bidin û wiha pêde çû: "Em ê tu carî ji daxwaza xwe ya aştiyê paşde gav ne avêjin. Televîzyonên me tên girtin, ronameger, siyasetmedar û xwendekarên me tên girtin ev qirkirine." Çalakî piştî belavkirina aşureyê ku Dayîkên Aştiyê anîbûn bi dawî bû. (mb)