Di hefteyekî de 181 DBP'î û HDP'î hatin binçavkirin 2016-10-12 15:44:20 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Îxtidarê wekî operasyonên di bin navê KCK'ê de yên 2009'an ji nû ve xist dewreyê. Di hefteyekî dawî de ji siyaseta kurd 181 kes hatin binçavkirin. Îxtidara AKP'ê careke din operasyon di bin navê KCK'ê de xistiye dewreyê. Li dijî siyaseta kurd her roj li bajarên cuda li dijî kesan operasyonên nû tê kirin. Di hefteyeke dawî de 181 siyasetmedarên kurd bi hincetên cuda hatin binçavkirin. Lİ gorî daneyên Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê di nava 7 rojên dawî de hevserokên HDP û DBP'ê yên bajaran jî di nav de 181 kes hatin binçavkirin. 5 hevserokên bajar ên din jî di bin çavan de ne Piştî ku rojên borê Hevseroka HDP'ê ya Rihayê hat binçavkirin duh jî li Amedê îro jî li Wanê di operasyonên binçavkirinan de 4 hevserokên din jî hatin binçavkirin. 56 hevserokên navçeyan hatin binçavkirin Piştî operasyonên berfireh ên ku duh ve ye li Amed, Wan, Qers, Bedlîs û Colemêrgê hatine destpêkirin 56 hevserokên HDP û DBP'ê yên navçeyan hatin binçavkirin. 3 hevşaredar Dİ nava kesên ku hatine binçavkirin de Hevşaredarên Ovakişla ya Bedlîsê û Ebex a Wanê jî hene. Kesên ku hatine binçavkirin piranî ji hevserokên bajar û navçeyan pêk tê yên mayî jî rêveberên bajar û navçeyan pêk tê. Operasyonên ku hatine destpêkirin dişibin operasyonên ku di 2009'an de ji aliyê AKP û Cemeata Gulen ve di bin navê KCK'ê de li dijî siyaseta kurd hate kirin. (sa)