Dozger îtirazî tehliyekirina Yuksek kir 2016-10-12 15:12:23 AMED (DÎHA) - Dozgerê 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê îtirazî tehliyekirina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek kir. Dozger îtirazî hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek ê ku ji ber axaftinên bername û çalakiyên partiya xwe di gulanê de hatibû girtin û di 7'ê cotmehê de hate berdan, kir. Dozgerê 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê di îtiraza xwe de got ku axaftinên Yuksek ên di çalakiyan de kiriye xebatên partiyên siyasî nîne îdia kir ku "xebatên rêxistina neqanûnî ye" ji ber vê yekê jî dozger xwest ku Yuksek bê girtin. Dadgeh dê rojên pêş de îtirazê binirxîne û heke dadgeh îtirazê red bike dozger dê îtirazî dadgeheke jor bike. (sa)