Rêveberên ÎHD’ê çûn serdana rojnamegeran 2016-10-12 14:48:50 AMED (DÎHA) - Parazvanên mafê mirovan ên Amedê çalakiya rûniştinê ya rojnamegeran a li Amedê hatibû destpêkirin ziyaret kir û piştgiriya xwe ya ji bo çapemeniya azad aşkera kirin. Rêveber û endamên Şaxa Komela Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê çûn serdana rojnamevan û xebatkarên ÎMC TV, Jiyan TV, Van TV û Hayatin Sesî TV ên ku ji bo balê bikişînin êrîşên li ser çapemeniyê û girtina televîzyonan çalakiya rûniştinê li avahiya Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat dabûn destpêkirin. Di nav de ku Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî hebû heyeta ÎHD’ê ji aliyê rojnamevanan hat pêşwazîkirin. Parazvanên mafê mirovan li rewşa rojnamevanan pirsî û piştgiriya xwe aşkere kirin. ‘Dixwazin civakê bêdeng bikin’ Di serdanê de Bîlîcî axivî û diyar kir ku ew ê her tim li cem çapemeniya azad û muxalîf a ku dengê rastiyê radigîhîne bisekinin û got ku êrîşên li ser çapemeniyê nayên qebûlkirin. Bîlîcî destnîşan kir ku dixwazin di şexsê çapemeniya azad û muxalîf de civakê bêdeng bikin û desthilatdarî naxwaze fikir û raman bi azadî tevger bike. Bîlîcî hemû êrîşên li ser çapemeniyê şermezar kir û bang li hikûmetê kir ku demildest biryara girtina televîzyonan paş de vekişîne û banga hestiyariya çapemeniyê li civakê kir. Rojnamevanan jî destnîşan kir ku ew her tim li cem saziyên mafên mirovan û civakê cih girtine û got ku ew ê li gel girtina televîzyonan jî dê nehêlin ku dengê rastiyê di tariyê de bimîne. Piştî sohbetê parazvanên mafê mirovan ji cihê çalakiyê veqetiyan. (bg)