Di 9 mehan de hezar û 421 karker mirin 2016-10-12 14:19:30 STENBOL (DÎHA) - Komîsyona Jingeha Kedê ya şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, rapora 9 mehên 2016'an a qezayên kar aşkere kir. ÎHD'ê diyar kir ku di 9 mehan de hezar û 421 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Komîsyona Jingeha Kedê ya şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, rapora 9 mehên 2016'an a qezayên kar aşkere kir. Komîsyona Kedê ya ÎHD'ê diyar kir ku di 9 mehan de hezar û 421 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Komîsyonê rapor li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi civina çapemeniyê aşkere kir. Endamê Komîsyonê Osman Ozkan anî ziman ku piştî OHAL'ê û şûnde binpêkirina mafan û qezayên kar zêdetir bûne. Ozkan destnişan kir ku di 9 mehên ewil ên 2016'an de hezar û 421 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Ozkan, anî ziman ku di şert û mercê kar de mafê parastina ewlehiyê tê binpêkirin û OHAL sedem tê nîşandan û destûr nayê dayîn ku karker ji bo mafê xwe têbikoşin. (mae)