Leşkerên Tirk zarokê 13 salî gulebaran kir 2016-10-12 13:06:56 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava-Bakurê Kurdistanê zarokê 13 salî yê di nava zeviyan de pez diçêran gule baran kirin. Li gorî nûçeya ajansa Hewarê (ANHA) leşkerên Tirk ên li ser sînorê di navbera Rojava û Bakur Kurdistanê de zarokê bi navê Ehmed Ehmed (13) yê ji gundê Kesra yê 30 km Rojhelatî Serêkaniyê gulebaran kirin. Di encamê de Ehmed ji lingê xwe bigiranî birîndar bû. Endamên YPG'ê yên nêzî herêmê Ehemed rakirin nexweşxaneya Roj a Serêkaniyê. Ji ber rewşa Ehmed giran bû, ew rakirin nexweşxaneya Rehmê ya Qamişloû, bijîşkan yekser Ehmed rakirina emeliyatê û dermankirina wî didome. Artêşa Tirk ji destpêka Şoreşa Rojava li her sê katnonên Rojava li dijî gelê Rojava kiryarên hovane pêk tîne. Artêşa Tirk gelek welatiyên ku jin û zarok jî di nava de qetil kirin. Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk raporek derbarê kiryarên Tirkiyeyê yên li dijî welatiyên Rojava de ku ji aliyê Yekîtiya Ragîhandina Azad (YRA) ve hatibû amadekirin pêşkêşî saziyên navdeweltî kiribûn lê hate niha tu helwestek ji aliyê saziyên behsa mijarê ve ne hatiye nîşandan. (mb)