Reveberiya Baro Gora Elçî ziyaret kir 2016-10-12 13:04:21 AMED (DÎHA) - Rêveberiya Baroya Amedê ya nû, piştî hilbijartinê karê ewil çû ser gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî. Serokê Baroyê Ahmet Ozmen diyar kir ku ew dê doz û şopa Elçî bidomînin. Rêveberiya nû ya Baroya Amedê di xebata xwe ya ewil de çûn ser gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî ku li Sûrê hate qetilkirin. Rêveberiya nû piştî ku mazbatayê xwe sitendin çûn ser gora Elçî ya li Goristana Yenîkoy a Rezan a Amedê û li vir dua kirin. Koma ku xwest li vir daxuyaniyekê bide ji aliyê polîsan ve bi hinceta daxuyanî qedexeye daxuyanî asteng kir. Piştî hevdîtinan Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen li vir axivî û destnîşan kir ku Tahîr Elçî serokê nemir yê Baroya Amedê ye. Ozmen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê wekî rêveberiya nû ya Baroyê li pey şopa Tahîr Elçî ya aşitiyê bin. (st-ua/mae)