Serokwezîr Bînalî Yildirim gef xwar 2016-10-12 12:07:50 ENQERE (DÎHA) - Serokwezîr Bînalî Yildirim, di civîna partiya xwe ya serokên bajaran de derbarê kuştina rêveberên partiyan xwe de axivî û gef li aliyan xwar. Serokwezîr Bînalî Yildirim, di civîna partiya xwe ya serokên bajaran de di axaftina xwe ya derbarê kuştina Serokê AKP'ê yê Pîranê Deryan Akter de gef li aliyan xwar. Yildirim wiha got: "Ez li vir li pêşberî gelê xwe soz didim ku em ê hesabê her damleya xwînê ya hatiye rijandin bipirsîn. Em ê terorîstan û yên ku alîkariyê didin wan bînîn wî halî ku dê nikaribin li welatê me bêhn bigirin. Endamên terorê û yên ku alîkariyê didin wan jî dê ji vê axê bên derxistin. Yên ku ji vê bigumanin ez ê ji mejiyê wî guman bim." Ji CHP'ê re bang Yenîkapiyê Yildirim, ku bi ser CHP'ê de çû û balkişand ser mexdûriyeta CHP'ê ya piştî operasyonên darbeyê û wiha pêde çû: "Ez bang li Serokê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu dikim ku vegere ruhê xwe yê Yenîkapiyê." Yildirim, anî ziman ku ew dibînin di serî de partiya muxalefetê û gelek derdorên ku di nefamkirina rastiya FETO'yê de israr dikin hene û wiha axivî: "Bila li qusurê ne nêrin, tiştên ku li gel dikin bi gotina herî sivik bêmafiye. Pir zelale ku gotinên CHP'ê yên xwe li ser mexdûryetê bi rêve dibe diltengî ne. Ev lîstikek a FETO'yê ye û cihê xemginiyê ye ku ew bûne amûrê vê yekê." Dê pergala serokatiyê bînin Di berdewamiya axaftina xwe de Yildirim diyar kir ku armanca wan a bingehîn anîna pergala serokatiyê ye û wiha pêde çû: "Em ê pêngavên derbarê pergala serokatiyê de bi lez bavêjin. Em ê pêşniyara makeqanûnê pêşkêşî meclîsê bikin. Pergala parlamenteriyê nikare ji pirsgirêkên li Tirkiyeyê re bibe çareserî ev rastiyeke." Bi van gotinan Yildirim aşkera kir ku dê xebatên makeqanûnê di çarçoveya pergala serokatiyê de bên meşandin. Di xebatên makeqanûnê de ku AKP, CHP û MHP di nava xwe de li ser pergala serokatiyê li hev kirine, beriya niha HDP a ku bi sernavê "Em ê de nekin Serok" ji xebatên makeqanûnê hatibûn dûrxistin. (mb)