Mehmûd Osman: Armanca hebûna hêzên tirk şerê bi kurdan re ye 2016-10-12 12:06:20 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Siyasetmedarê kurd Dr. Mahmud Osman têkîldarî hebûna hêzên tirk a li başûrê Kurdistanê diyar kir ku armanca mayîna Tirkiyeyê di nava xaka Iraqê de tenê kurd e, ne DAIŞ e û dixwaze li dijî gelê kurd û PKK’ê şer bike. Siyasetmedarê kurd û parlamenterê Irayê yê berê Dr. Mahmud Osman têkîldarî mayîna hêzên artîşa tirk a li axa başûrê Kurdistanê nirxandin kir. Osman ê ji RojNewsê re axivî diyar kir ku armanca mayîna hêzên tirk ew e ku dixwaze li dijî gelê kurd û PKK'ê şer bike. Osman wiha axivî: "Mebesta Tirkiyê ya mayîna di nava xaka Iraqê de tenê Kurde û ne DAIŞ e. Tirkiye dixwaze di xaka Iraqê de bimîne û li dijî gelê kurd û PKK’ê şer bike." 'Bila artêşa tirk ji axa Iraqê derkeve' Mehmûd Osman xwest ku artêşa tirk ji xaka Iraqê derkeve û wiha domand: "Mixabin parlamentoya Iraqê li hemberî bombebaranên Tirkiyê yên li ser xaka Herêma Kurdistan û Qendîlê bêdeng e. Lê Amerîka dikare vê pirsgirêkê çareser bike.” Der barê daxuyaniyên rayedarên tirk ku gotibûn, Mesûd Barzanî ji hebûna hêzên tirk agahdar e jî Osman wiha got: "Herêma Kurdistanê agahdar e. Lê belê Herêm dixe stuyê hikûmeta Iraqê û dibêje wan berê destûr dane hêzên tirk bicih bibin." (sa)