Cenazeyê Harun Aslan hat definkirin 2016-10-12 10:45:45 AMED (DÎHA) - Cenazeyê Harun Aslan ê li hate îdiakirin HPG'î ye û ji bo teslîm nebe bombe li ser xwe teqandiye li Licê hat definkirin. Cenazeyê Harun Aslan ê li hate îdiakirin HPG'î ye û ji bo teslîm nebe li riya Haymana ya Enqereyê di 8'ê cotmehê de bombe li ser xwe teqandiye ji aliyê malbatê ve hate wergirtin û anîn Amedê. Cenazeyê Aslan ji aliyê rêveberên DBP û MEYADER'ê ve li Dogu Petrol a li ser riya Erxeniyê hat pêşwazîkirin û birin gundê Kerwasê. Li vir piştî wecîbeyên olî cenaze anîn "Goristana Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar" a li gundê Sîsê. Gelek kes beşdarî merasîma cenaze bûn. Di merasîmê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "Riya şehîd riya me ye PKK partiya me ye" hate definkirin. (sa)