Rêveberên HDP û DBP'ê li Bismilê û Colemêrgê hatin binçavkirin 2016-10-12 10:40:02 COLEMÊRG/AMED (DÎHA) - Qirkirina siyasî ya li dijî siyasetmedarên kurd berdewam dike. Duh piştî hevserokên HDP û HDP'ê yên Amedê hatin binçavkirin, îro jî polîsan li Wan, Colemêrg û navçeyên Amedê operasyona qirkirina siyasi berdewam kir. Polîsan li Colemêrg û Navçeya Bismilê ya Amedê hevserokên HDP û DBP'ê binçavkirin. AMED Yekîneyên polîsan di çarçoveya qirkirina siyasî de duh li Navçeya Bismilê ya Amedê Hevseroka DBP'ê ya Bismilê Gurbet Yalçinkaya û Hevserokê HDP'ê yê Bismilê Habip Akinci binçav kiribûn. Îro serê sibê jî polîsan bi ser mala hevserokê DBP'ê yê Bismilê Mehmet Onat de girtin. Polîsan piştî lêgerînê Onat binçav kirin û birin midûriyeta polîsan a Bismilê. COLEMÊRG Li Colemêrgê jî polîsan bi ser mala Hevserokê HDP'e yê Colemêrgê Metin Besî, Hevserokê HDP'ê yê navçeya navendî Asim Ozcan, Hevserokê DBP'ê yê Colemêrgê Hakan Abî, Endamên Meclîsa şaredariyê Behcet Kanat, Fersat Heydeli, Ekrem Temeş û Şaban Oguz de girtin û piştî lêgerîna malê ew binçav kirin. Polîsan piştî hevserok binçav kirin birin Şaxa TEM'ê ya Miduriyeta Polisan a Colemêrgê. Li Şemzînanê 3 kes hatin binçavkirin Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê jî polisan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Şemzînanê Cabbar Taş, Rêveberê HDP'ê Şukru Ogul û xebatkarê HDP'ê Ahmet Yucel binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan a Şemzinanê. (mae)