Malbatên girtiyan: Heke bivê em ê jî têkevin girevê 2016-10-12 09:18:46 ZOZAN FENDÎK ŞIRNEX (DÎHA) - Malbatên girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê piştgîriya gireva birçîbûnê dikin û gotin: "Heke bivê em ê di malên xwe de dest bi greva birçîbûnê bikin." Girtiyên siyasî yên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji bo dawî li qedexeya ku 7 meh in li bajêr didome bê, di 10'ê Cotmehê de dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Malbatên girtiyan ên Cizîrê jî dan zanîn ku ew piştgiriyê didin gireva zarokên xwe û ew ê heta qedexeya li Şirnexê bi dawî nebe, nerazîbûna xwe nîşanê rayedarên dewletê bidin. Her wiha malbatan bertek nîşanî pêkanînên hêzên dewletê yên di dema OHAL'ê de li ser girtiyan tên meşandin jî dan. 'Hêzên dewletê êrîşî girtiyan dikin' Turkan Ongun, dayîka Egît Ongun ê ku 9 meh e di girtîgehê de ye û ji bo ku zext û zordariya li ser gelê Şirnexê bi dawî bibe tevlî gireva birçîbûnê bûye, balê kişand ser zext û îşkenceya bi salane li ser girtiyan û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi qedexeya Şirnexê re hêzên dewletê êrîşî gelê Şirnexê kirin û bi darê zorê ew koçber kirin. Îro jî hemû êrîşên xwe yên hovane li ser girtiyan jî domînin. Ji ber ku hêzên dewletê 7 meh in bi tang û topên xwe nekarîn vîna ciwan û Şirnexiyan bişkînin, qedexeyê didomînin. Lê şirnexiyan dest ji ax û warên xwe bernedan û li derdora Şirnexê kon vedan. Ev 7 meh e jî Şirnex di bin şert û mercên giran de li dijî zilm û zordariya dewletê û hikûmeta AKP'ê li ber xwe dide." 'Zarokên me li hemberî zilm û zordariya dewletê dest bi girevê kirin' Ongun dest nîşan kir ku gardiyan û hêzên dewletê yên li Şirnexê zarokên wan îşkence dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî, 'qedexeya derketina derve' hêzên dewletê destûr neda ku em biçin serdana girtiyên xwe. Ji ber ku destûr nedan em biçin, gardiyanan bi dijwarî zarokên me îşkence kirin. Zarokên me li dijî zilm û zordariya dewleta tirk dest bi gireva birçîbûnê kirine. Em jî dibêjin gireva zarokên me gireva me ya. Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin gireva wan." ' Dewleta tirk li Şirnexê derhuqûqiyê dike, ev nayê qebûlkirin' Mevlîde Ongun, dayîka girtiyê bi navê A. Samet Ongun, jî axivî û diyar kir ku ew li dijî zilma dewletê ya li ser gelê Şirnexê ne û wiha domand: "Rayedarên dewletê di 3'yê hezîranê de daxuyaniya "operasyon bi dawî bûye" dan. Lê hîna qedexeya ser Şirnexê berdewam dike. Ev 7 meh e şirnexî di konan de li ber xwe didin. Hêzên dewletê di bin navê ewlehiyê de, ev 3 meh in bi kepçeyan malên Şirnexiyan hildiweşîne. Dewleta tirk her cureyên zilmê niha li ser gelê kurd dimeşîne. Va ye zivistan hat hêj jî qedexeya Şirnexê didome. Dewlet û AKP'e li Şirnexê derhuqûqiyê dikin, ev yek nayê qebûlkirin." 'Îşkenceya ku hêzên dewletê li derve li gel dike, li zîndanê jî li zarokên me dikin' Ongun da zanîn ku zilma dewleta tirk li derve li ser gelê Şirnexê û di hundir de li ser girtiyan dimeşe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "6 meha ji bo ku em zarokên xwe bibînin, me li rêyên Şirnexê li ber xwe da. Piştî 6 meha me zarokên xwe dîtin. Zarokên me gotin,'zilma ku hêzên dewletê li derve li we dikin li hindur jî, li me dike'. Kurê min ji bo ku qedexeya li Şirnexê bê rakirin tevlî girevê bûye. Em piştgiriyê didin zarokên xwe û heke bivê em ê li malên xwe dest bi gireva birçîbûnê bikin." 'Daxwaza dewletê ew e ku Şirnexê ji holê rake' Hisna Vesek, dayika xebatkarê Şaredariya Cizîrê Gabar Vesek ê ku ev 2 meh e di zindanê de ye, jî got ku ew bi çalakiya gireva birçîbûnê ya ji bo qedexeya li Şirnex bê rakirin serfiraz in û axaftina xwe wiha domand: "Rayedarên dewletê ji bo ku temamî Şirnexê ji holê rakin qedexeyê didomînin. Ev 7 meh e şirnexî li wan konan têkoşîna jiyanê dikin. Ev bê edaletiya li gelê kurd tê kirin, di kîjan qanûnên dewletan de heye." 'Zarokên me ji bo gelê xwe li girtîgahan canê xwe feda dikin' Vesek anî ziman ku, dewleta tirk bi girtin û kuştina ciwanên kurdan nikare vîna gelê kurd bişkîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk bila bizanibe ku, nikare bi girtinê zarokên me bitepisîne. Niha jî zarokên me ji bo gelê xwe li girtîgahan canê xwe feda dikin. Em ê jî, li derve ji bo ku dengê zarokên me bilindtir bibe, dê li qadan dengê xwe bilind bikin." (kom/no/red)