Hesabê Komeleya Rojavayê hat girtin 2016-10-12 09:17:08 DÎLOK (DÎHA) – Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê ya Dîlokê Abdûrrahman Kartal diyar kir ku, hesabê ku wan ji bo bexşê li Îş Bankasiyê vekiribû ji aliyê bankayê ve hatiye girtin û got, bi vî awayî xebatên wan tên astengkirin. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojavayê ya ku li Dîlokê xebatên xwe bi rê ve dibe, hesabê ku komele ji bo bexşê li Îş Bankasiyê vekiribû, ji aliyê bankayê ve hat girtin. Îş Bankasî wek hincet diyar kiriye ku, bêyî destûra alîkariyê hesab tê bikaranîn. Hevserokê komeleyê Abdûrrahman Kartal jî diyar kir ku, wan têkildarî mijarê pêvajoya huqûqî daye destpêkirin û dest nîşan kir ku bi vî awayî xebatên wan tên astengkirin. Îş Bankasi hesab girt, pereyên bexşê desteser kirin Kartal diyar kir ku, ji bo ew alîkariyên bexşî komeleyê hatine kirin berhev bikin li Şaxa Îş Bankasiyê ya Pazaryeriya Dîlokê wan hesab vekiriye. Kartal anî ziman ku, wan ji tu kesî alîkarî nexwestiye, bi giştî di çarçoveyeke li ser esasên dildariyê yên dixwazin alîkariyê dikin bexş tên kirin û got, wan bexşên ku hatine kirin berhêlî hesabê ku hatiye vekirin kirine. Kartal anî ziman ku, piştî çend bexşan xebatkarên şaxa bankayê li wan geriyane û gotine ‘Ji jor ve, me ditengijînin. Divê em hesab bigirin.’ Kartal wiha axivî: “Pişt re me çi kir û nekir, hesabê me girtin. Di vî hesabî de 2 hezar û 600 lîre pereyê me hebû. Wî jî desteser kirin. Di teblîxata ku Îş Bankasi ji me re şan de, wek hincet hatiye diyarkirin ku, divê destûra berhevkirina alîkariyan a komeleyekê hebe.” ‘Me pêvajoya huqûqî da destpêkirin’ Kartal dest nîşan kir ku, wan di vî warî de pêvajoya huqûqî daye destpêkirin û da zanîn ku, wan bi rêya parêzerên xwe sedema girtinê bi îhtarnameyek şandiye. Kartal ragihand ku, hem maddî û hem jî manewî pêvajoya huqûqî didome û got, ew ê heta dawî mafên xwe biparêzin. 'Ji Ordûyê heta Rojavayê em li her derî ne’ Kartal dest nîşan kir ku ew ne avahiyeke ku tenê xwedî li kesimekê dikin, ew komeleya alîkariya mirovahiyî ne û wiha axivî: “Dema li Ordûyê hêlan pêk hat jî, em li wir bûn. Li Rojavayê jî em li cem gelan bûn. Komeleya me li cem mirovên ku li Sûr, Cizîr, Silopî, Şirnex û Nisêbînê malên wan hatin rûxandin bû jî. Li kuderê mexdûriyetek hebe, me hewl da em li wir bin. Ji ber xwedîtiyeke wisa, ber bi me ve berhêlîbûnek heye. Dê çi xesara komeleyeke alîkariyê hebe.” 'Em ê ji berê bêtir bixebitin’ Kartal dest nîşan kir ku, ew ê li dijî berpêbûniyên bi vî awayî dest bidin hevdu û hîn bêtir bixebitin û banga hesrtiyariyê li her kesî kir. Kartal diyar kir ku, ew ê dest bidin hevdu û ber bi her kesê ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye ve biçin û wiha axivî: “Em ê nehêlin ku ev gel li ber tu kesî destê xwe vebike. Tehemulî me nakin, lê li gel her tiştî jî em ê hemû şert û mercan bitengijînin. Em careke din li vir diyar dikin. Pêşiya me zivistan e. Lê hîn jî bi hezaran mirovên me bê mal in. Kampanyaya konan a komeleya me heye. Em bang li her kesî dikin, da beşdarî vê kampanyayê bibin.” (red)