Malbat û xwendekarên Ferzad Kemanger: Ziman nayê mohrkirin 2016-10-12 09:11:08 AMED (DİHA) - Malbat û xwendekarên Dibistana Ferdaz Kemanger bertek nîşanî mohrkirina Dibistana Ferzad Kemanger dan û diyar kirin ku ew çendî dibistanê mohr bikin jî dê nikaribin zimanê wan mohr bikin. Dibistana Sertayî ya Ferzad Kemanger ku li Tirkiye yekemîn dibistana kurdî bû û 238 xwendekarên wê hebûn, di 9'ê Cotmehê hat mohrkirin. Dibistana Ferzad Kemanger bi biryara Walî hat girtin û mohrkirin. Malbat û xwendekarên dibistanê bertek nîşanî mohrkirinê dan û diyar kirin ku çendî dibistan bê mohrkirin jî dê nikaribin zimanê wan mohr bikin. Çima dibistanên tirkî hene çima yên kurdî tune ne? Dayika 40 salî Gurbet Akîn ku keçê wê li Dibistana Ferzad Kemanger dixwîne diyar kir ku girtinên dibistanan nayê qebûlkirin û wiha got: “Em zarokên xwe dişînin dibistanê kurdî. Dixwazin bi zimanê kurdî perwerde bibin. Bila zimanê zarokên me û çanda me winda neme. Emê dewletê şermezar dikin. Li her derê dibistanên tirkî heye ji bo çi dibistanên kurdî tune? Ez dixwazim em jî zimanê xwe fêr bibin. Dewlet dibistana me mohr bibek jî, emê mohran bişkînin.” ‘Zimanê me maf, rûmet û nasnameya me ye’ Dayîka 40 salî Emîne Oztekîn a 2 zarokên wê diçin Dibistana Ferzad Kemangera destnişan kir ku dê heta dawî ji bo zimanê xwe têbikoşin û wiha got: “Dewlet dibistanê me mohr bike jî emê malên xwe bikin dibistan. Çima dibistanên xwe nagrin çima yên me digirin?" Em qebûl nakin. Em zarokên xwe naşînin dibistanên tirkan. Zimanê me maf, rûmet û nasnameya me ye. Emê mohra wan bişkînin.” ‘Nikarin zimanê me qedexe bikin’ Dayîkên 42 salî Ayşan Kanuş Zengin a kurê wê diçe Dibistana Ferzad Kemanger jî anî ziman ku dewlet ji zimanê wan ditirse û got: “Dewlet ewil mamoste ji kar dûrxist. Piştre jî deriyê dibistanê mohr kirin. Deriyê hewşa dibistanê şikandin û ketin dibistanê. Dewlet dixwaze zimanê me qedexe bike. Em destûr nadin kes zimanê me qedexe bike. Em mohrên wan nas nakin. Ger ku em nebin yek em dê biçin yek bi yek." ‘Em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe perwede bibin' Dayika 46 salî Rolata Ahmed a ji Kobanê ye û 3 zarokên wê diçin dibistanê Ferzad Kemanger anî ziman ku zarokên wê bi tirkî nizanin û wiha got: “Em ji Kobanê koçber bûn û hatin Amedê. Ez û zarokên xwe li vir dijîn. Zarokên min tev kurdin û diçin dibistana kurdî. Dewletê li vir jî erîşî dibistanên me kir. Em bigirtina dibistanan pir xemgînin. Zarokê min tev giriyan. Dewletê tirk çi ji zimanê kurdan dixwaze? Em dixwazin zarokên me zimanê kurdî perwede bibîn” ‘Çanda me bi zimanê me xweşe’ Dayîka 36 salî Birgul Metîn ku keçê wê diçe Dibistana Ferzad Kemanger wiha got: “Em kurd hatin vî dinê. Em çanda xwe dixwazin bi zimanê kurdî bizanibin. Em dixwazin her tiştên me bi kurdî be. Zarokên me li dihatin dibistanê û pir keyf xweş dibûn. Çanda me bi zimanê me xweşe. Em zilm û qedexe jî naxwazin.” Dibistana xwe dixwazim Xwendekara 10 salî Werde Abdiye ku diçe pola 3’an diyar kir ku ew naxwaze dibistanê wan bê girtin û got: “Ez dixwazim zimanê dayîka xwe fêr bibim. Ez ji zimanê xwe hezdikim. Ez naxwazim biçim dibistana tirkan. Ez dibistana xwe dixwazim." ‘Emê mohra dibistanê jêkin' Xwendakara Ferzad Kemanger Rosîda Usttekîn jî diçe pola 2’yemîn dixwaze Dibistan û Zarok Tv bên vekirin û wiha axivî: “Dibistanê me yekemîn bû. Dema dewlet dibistana me girt em pir xemgîn bûn. Deriyê dibistanê me mohr kirin. Dewlet dixwaze em tirkî biaxivin. Em naxwazin bi zimanê tirkî biaxivin. Çima dewlet dibistana me digirin. Em ê mohra dibistana xwe jêkin." ‘Zimanê dayîka min xweşe’ Xwendekara 8 salî Ronya Metîn jî destnîşan kir ku ew ji dibistanê pir hez dike û wiha got: “Ez niha biçûkim. Dema ez mezim bibim ezê hesap bipirsim. Ez dixwazim dibistanê me vebe. Ez zimanê dayikê xwe dixwazim. Zimanê dayîka min xweş e.” ‘Dev ji zimanê xwe bernadin’ Xwendekara 10 salî Hildan Îsmaîl ku ji Kobanê hatiye û diçe pola 3’an diyar kir ku dibistanê wan hat girtin û pir xemgîn bû û got: "Dewlet erîş bike jî ez dest ji zimanê xwe bernadim." (ra-rd/mae)