Ji Encu xwestin ku ji 4 dozan îfade bide 2016-10-11 20:44:53 ŞIRNEX (DÎHA) - Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, ji 4 dozên cuda xwestin biçe îfadeyê bide. Dozgerê Komarê yê Qilebanê ji Wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, ji bo 4 sucdariyên cuda xwest ku li Dozgeriya Komarê îfade bide. Encu têkildarî daxwaza dozgeriyê diyar kir ku ew di çarçoveya biryara partiya xwe de dê neçe îfade nede. (kom/no/mae)