Guven: Dixwazin dîsa li operasyonên KCK'ê vegerin 2016-10-11 16:29:20 AMED (DÎHA) - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, bertek nîşanî girtin û binçavkirinên li Kurdistanê da û got: "Ev binçavkirin û girtinên dawî dîsa operasyonên KCK'ê yên 2009'an tînin bira me. Dixwazin dîsa li operasyonen 'KCK'ê vegerin." Di saetên serê sibê de di serî de li Amedê û gelek bajarên din hevserokên DBP û HDP û gelek kesên din hatin binçavkirin. Girtin û binçavkirin li gelek bajaran hatin şermezarkirin. Li Amedê jî li ber avahiya DBP'ê ya Amedê daxuyanî hat dayîn. Polîsan bi hinceta OHAL'ê destûr nedan ku li derve daxuyanî bidin. Komê nêzî 15 dekîqeyan li ber avahiyê, çalakiya rûniştinê pêk anîn û piştre bi siloganan derbasî Salona Konferansê ya Vedat Aydin bûn. Komê li vir daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Wekîlên HDP'ê yên Amedê, endamên KJA, HDP, DBP'ê amade bûn. Li ser navê komê Wekîla HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp axivî û diyar kir ku dîsa operasyonên siyasî dest pê kiriye û ew dê li hemberî van operasyonan tekoşîna xwe bilintir bikin. Yigitalp, xwest hemû kesên hatine binçavkirin bi lezgîn serbest bên berdan. 'Dîsa li pêvajoya operasyona KCK'ê vedigerin Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî li dijî girtin û binçavkirinan bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku bi van operasyonan dixwazin dîsa li operasyonên KCK'e vegerin. Guven, anî ziman ku wan di dirokê de her dem di ber xwe da û dê ji niha û şûnde jî her dem di ber xwe bidin. Guven, da zanin ku dê nikaribin bi girtin û biçavkirinan wan têk bibin û nikarin wan ji doza wan dur bixin. Guven, herî dawî anî ziman ku ev operasyon dişibin operasyonên 2009'an ên 'KCK'ê û dixwazin dîsa li operasyonên KCK'ê vegerin. Endam û rêvebrên KCD, KJA, DBP û HDP dê ji sibê û şûnde her êvar saet di 17.00'an de li ber avahiya DBP'ê ya bajar çalakiya rûniştinê pêk bînin. (mae)