Di qezaya li Cizîrê de kesek mir 2016-10-11 15:00:35 ŞIRNEX (DÎHA) - Di qezeya trafîkê ya li ser rêya di navbera Cizîr û Nisêbînê de welatiyekê jiyana xwe ji dest da. Li ser riya Cizîr û Nisêbîn qeza pêk hat. Hat hînbûn ku TIRa plaqeya wê 73 DP 201 ji Nisêbînê ber bi Cizîrê ve diçû qelipî û ajokarê TIRê Ahmet Mendî bi giranî birîndar bû. Mendî bi giranî birîndar bûyî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Li gel hemû hewldanan Mendî jiyana xwe ji dest da. Hate hinbûn ku derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. (kom/no/mae)