ÎHD'ê li dijî nijadperestiyê gilî kir 2016-10-11 13:59:36 DÎLOK (DÎHA) - Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê, têkildarî êrîş û nijadperetiya li dijî gelê Sûriyê civîna çapemeniyê pêk anî. Rêveberên ÎHD'ê piştî daxuyaniyê li Dozgeriya Komarê ya Dîlokê gilî kir Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Dîlokê (ÎHD), têkildarî zext û nijadperetiya li dijî gelê Sûriyê li komeleya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Di civinê de rêveberên ÎHD û gelek welatî amade bûn. Di civînê de Serokê ŞAxa ÎHD'ê ya Dîlokê Ahmet Hartavî diyar kir ku ji ber şerê li herêmê bi hezaran welatîe ji Sûriyê koçî Dîlokê kirin û di nava şert û mercên pir xerab de dijîn. Hartavî anî ziman ku li ser dîwar û kolanan nivîsên wekî "Arap defol", "Bila nijadiya tirk sax be" û "Welatiyên Sûriyê bila biçin sûriyê" û "Tirkiyeya turkî" hatine nivîsandin. Hartavî, anî ziman ku ev nîvîsên li ser diwar û kolanan hatine nivîsandin pir talûke ne û wiha got: "Li dijî gelê Sûriye gotinên dijadî û şoven hatine nivîsandin. Ev pir talûke ye. Ev gotinên ku nifrînê û aloziyê pêş dixin li dijî mafên mirovan in. Ev gotin li dijî peymanên mafên mirovan ên Konseya Ewropayê ye. Dîsa xalên Qanûna Bingehîn jî qedexe kiriye." Rêveberên ÎHD'ê piştî daxuyaniyê çûn Dosgeriya Komarê ya Dîlokê û li dijî van gotinên nijadî li dozgeriyê glî kirin. (mae)