Çiyayê Cûdî tê bombebarakirin 2016-10-11 12:44:08 ŞIRNEX (DÎHA) - Herêma Sefîne û Geliyê Hirçê ku dikevin Çiyayê Cûdî ji aliyê leşkerên tirk ve tê bombebarankirin. Li Çiyayê Cûdî herêmên Sefîne û Geliyê Hirçê ji danê sibê pêde ji aliyê Qereqola Gumuştepe ve rastî bombebaranê tê. Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin li herêmê tevgera hewayî ya balaforên şer jî heye. (kom/no)