Hevserokên HDP û DBP’ê jî heyî gelek kes hatin binçavkirin 2016-10-11 12:23:33 AMED (DÎHA) - Li navenda Amed û navçeyên wê di operasyona qirkirina siyasî de di nav de Hevserokên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyan jî hene zêdeyî 100 kesan hatin binçavkirin. Li navenda Amed û navçeyên wê di saetên serê sibê de hemwext polîs û tîmên taybet bi ser sedan mal de girt. Di operasyona qirkirina siyasî de tê gotin ku bi ser 100 kesî re kes hatin binçavkirin. Balkêş e ku ji van kesên hatine binçavkirin gelek kes jî hevserokên rêxistinên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyên Amedê ne. Hat zanîn ku dozgeriya Amedê di derbarê 55 kesan de biryara binçavkirinê daye. Li navenda Amedê Hevserokên rêxistina HDP’ê ya Amedê Cebar Leygara û Gulşen Ozer, Hevseroka rêxistina DBP’ê ya Amedê Hafîze Îpek, Hevserokê navçeya HDP’a Peyasê Abas Ercan, Hevserokê DBP’a Yenîşehîrê Şaban Turhan, Hevseroka HDP’a Yenîşehîrê Belgîn Laçîn Dîken, Hevserokê HDP’a Rezanê Hatice Makas û gelek kesên din hatin binçavkirin. Li navçeya Farqînê Hevseroka HDP’ê Farqînê Hulya Bîçen û xebatkarê şaredariya Farqînê yê ji kar hat derxistin Serdar Baysal. Li gundê Malabadê yê Farqînê welatiyên bi navê Abdullah Guler û Taner Memîş jî hatin binçavkirin. Li navçeya Bismilê Hevserokê HDP’ê Bismilê Habîp Akinci û hevserokê DBP’a Bismilê Gurbet Yalçinkaya. Li navçeya Licê di nav de ku Hevserokê navçeya DBP’ê ya Licê Murat Atagun û rêveberên HDP’a Licê Osman Agın û Îbrahîm Işik ku hene gelek hatin binçavkirin. Li navçeya Erxenî Hevserokê HDP’ê yê berê ya Erxenî Ahmet Kinik Li navçeya Çinarê Hevserokên rêxistina DBP’ê Ayşe Kızılkan û Mahmut Ulus, Hevserokê rêxistina HDP’ê Sedat Demîrtaş û gelek kesên din. Hat hîn bûn ku li navçeya Pîranê jî nêzî 30 kesî hatin binçavkirin. Navê hin binçavkiriya ev in: Hasan Ogut, Celal Bîrtane, Kadriye Karatay, Zulfu Alinterî, Muharem Çelebî, Azîz Akdag, Gokhan Ogut, Mustafa Dayan, Emîrhan Aksal û Ganî Karaş. Li navçeya Çêrmûgê hevseroka DBP’ê Emîne Aydin, hevserokê DBP’ê yê Çêrmûgê Hayaî Denîz, Hevserokê HDP’ê yê Çêrmûgê Ahmet Karataç, Hevserokê DBP’ê yê Çêrmûgê yê berê Nevzat Guler. Hevserokên HDP’a Hezroyê Fesîh Balbey û Meryem Aslan, Hevserokê HDP’a Şengûşê Bîrgul Eser, Hevserokê DBP’a Pasûrê Berna Çelîk û Hevserokê HDP’a Pasûrê Abidîn Karaman hatin binçavkirin. Hinceta binçavkirina siyasetmedar û welatiyan nehat hînbûn û ew birin Miduriyetên Polîsan. Hat hînbûn ku operasyona binçavkirinê didome û gumana hejmara binçavkirina zêde bibe heye. (bg/mae)