Di serdegirtina polîsan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan 2016-10-11 12:11:37 ŞIRNEX (DÎHA) - Li Cizîrê serê sibê polîsan bi ser malekê de girt. Hat îdiakirin ku 2 kesên di malê de ji bo ku nekevin destê polîsan bombe bi ser xwe de teqandin û jiyana xwe ji dest dan. Li taxa Dagkapi ya navçeya Cizîra Şirnexê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malekê de girtin. Hat îdeakirin ku piştî serdegirtina polîsan 2 kesên ku nasnameyên wan nehat zanîn ji bo ku nekevin destê polîsan bombe ser xwe teqandin û jiyana xwe ji dest dan. Piştî buyerê polîsan xwediyên malê Fatma Tag, Abid Tag, Muhamet Tag û cîranên wan Abdurahîm Budak û Mehmet Budak binçav kirin. Hat hînbûn ku herdu cenaze rakirine Nexweşxaneya Dewletê a Cizîrê. (kom/no/mae)