Zarokên keç di bin xetereya şer û xizaniyê de ne 2016-10-11 09:18:32 NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Ji bo ku pêşiya cudakariya li hemberî zarokên keç ji holê bê rakirin û ew ji mafên mirovan sûdê werbigirin 11 Cotmehê wekî "Roja Zarokên Keç ên Cihanê" hat îlankirin û yek ji sê welatên ku ji bo ev roj bê îlankirin ligel ku Tirkiye ye jî li vir hê jî zarokên keç di bin xetereya, şer, êrîşên zayendê, îstîsmar, zewaca di temenê biçûk û xizaniyê de ne. Di encama pêşketinên li Tirkiye, Kanada û Peruyê de ji bo ku pêşiya cudakariya li hemberî zarokên keç ji holê bê rakirin û ew ji mafên mirovan sûdê werbigirin ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve 11'ê Cotmehê wekî "Roja Zarokên Keç ên Cihanê" hat îlan kirin. Di sala 2012'yan de ve roj hat îlan kirin û ligel ku yek ji welatên ku rol di îlankirina vê rojê de lîstiye Tirkiyeye rewşa keçan li welat qet baş nîne. Pirsgirêka herî mezin îstîsmara zayendiye Li gorî daneyên Rexistina Tendirûstiyê ya Cîhanê (WHO) di hemû cîhanê de ji sedî 20 zarokên keç û ji sedî 10 zarokên kur, di dema zaroktiya xwe de rastî şîdeta zayendî û îstîsmara zayend tên. Li gorî daneyan, li cîhanê di nava 4 salên dawî de şîdet an jî tacîza li hemberî zarokan ji sedî 90 zêde bûye û li Tirkiyeyê ev pirsgirêka herî mezine. Li Tirkiyeyê ji 4'an yekê îstsmaran li hemberî zarokan tê pêkanîn û tê texmînkirin ku ev jî ji sedî 5 e. Li gorî daneyên Wezareta Edaletê ku di sala 2014'an de dane, zarok ji 8'an yekê wan mexdûrê ensesê ye. Lê belê bûyerên ensesê ji sedî yek derdikevin holê. Li gorî encamên xebatên li laboratuarên Tirkiyeyê hatine kirin ji sedî 57 erîşkarên ensesê bav bi xwe ne, ji sedî 4 bira ne, ji sedî 13 xizmên nêzikin, ji sedî 26 xizmên durin. Bûyerên ku serî li rêyên hiqûqî û dadgeh dane yan jî hêj didomin de ji sedî 39 bav in, ji sedî 15 biran e, ji sedî 17 xizmên nêz û ji sedî 28 jî xizmên dûrin. Qanûn hat betalkirin Ligel vê jî Dadgeha Makeqanûnê di Tîrmeha burî de madeya "zarokên ku 15 saliya xwe temam ne kiribin û rastî kîjan tevgera zayendî werin" ku vê wekî îstîsmar di hesibîne û di qanûnên TC'ê cih digire û ji bersûc re 8 heta 15 salan ceza tê dayîn ligel bertekan jî betal kir. Yek ji mijarên din ên ji bo zarokên keç ên li Tirkiyeyê dijîn tahlûkeye mijara ku di demên dawî de zêde tê rojevê yanî zewaca di temenê biçûk de ye. Tirkiye di Ewropayê de welatê duyemîne di mijara zewaca temenê biçûk de. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîk a Tikiyeyê (TUÎK) di nava hemû zewacan de rêjeya zewaca di temenê biçûk de ya zarokên keç ji sedî 28-35 e. Ev bi reqem dibe 181 hezar 36. Li gorî daneyên Wezareta Polîtîkayên Malbatî û Civakî, hêjmara zarokên keç ên di temenê biçûk de di sala 2010'an de 45 hezar 738, di sala 2011'an de 42 hezar 700, di sala 2012'yan de 40 hezar 428, di sala 2013'yan de 37 hezar 481, di sala 2014'an de 34 hezar 629, di sala 2015'an de 31 hezar 337. Li gorî rapora UNICEF, li cîhanê her sal 70 hezar zarokên keç hamîle dibin û ji ber ji ber anîna zarok jiyana xwe ji dest didin. Li gorî daneyên TUÎK'ê li Tirkiyeyê ku ji sedî 29,4 nifûsa wê ji zarokan pêk tê, yek ji pirsgirêkên din ên zarokan jî karkertiye. Karkeriya zarokan ku ne tenê malbatên feqîr tehdît dike, bûye gerek ku zarokên koçberî jî dede ber xwe. Zarok ji ber vê rastî hemû cure şîdet û zoriyan tê. Ji ber vê ji bo zarok tevlî jiyana civakî bibin û di aliyê çandî de pêşbikevin pêwîstî bi guhertinek qanûnî heye. Li gorî lêkolînên di sala dawî de milyonek zarok di sektorên cuda de dixebitin. Nîvê zarokên ku dixebitin ji mafê xwe yê erwerdehiyê bê parin. Ji sedî 49,8 zarokên dixebitin diçin dibistanê û ji sedî 50,2 jî naçin. Ji zarokên dixebitin piraniya wê zarokên keç in. Ji ber zarokên çek bi giştî li zeviyan, mal, karên ku li kolanan û derveyî qeydane tên xebitandin ne dinava îstatîstîkên wan de ne. Ev tablo ji bo zarokên ku koçber bûne xiraptire. Ji ber zarokên koçberan piraniya wan li kolanan dijîn, ji perwerdehiyên xwe durin, tevlî sûcan dibin û zarokên keç jî di temenek biçûk de tên zewicandin. (mb)