Hêj dest bi lêpirsîna komkujiya Dîlokê nehatiye kirin 2016-10-11 09:14:37 DÎLOK (DÎHA) - Li ser komkujiya Dîlokê ku 34 jê zarok 57 kes hatin kuştin re 51 roj derbas bûn. Lê heta niha der barê komkujiyê de lêpirsîn nehatiye kirin û tu pêşketin tune ye. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dilokê Ahmet Hartavî diyar kir ku bi fikarin ku aqûbeta vê komkujiyê bibe wekî aqûbeta komkujiya Pirsûsê. Endamên DAIŞ'ê di 20'ê Tebaxê de li Navçeya Şahînbeyê ya Dîlokê li dijî daweta kurdan êrîşa xwekujiyê pêk anî. Di êrîşê de 33 jê zarok 56 kes hatin kuştin. Zêdeyî 90 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê zarokê 13 salî Mahsun Nas li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Hêjmara zarokên hatin kuştin gihişt 34'an û bi giştî hêjmara kuştiyan gihişt 57 kesan. Di ser komkujiyê re 51 roj derbas bûn, lê heta niha der barê lêpirsîn û darizandinê de tu gav nehatiye avêtin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dîlokê Ahmet Hartavî diyar kir ku têkildarî mijarê lêpirsînek berbiçav nayê meşandin û dixwazin bûyerê bidin jibîr kirin. Hartavî anî ziman ku der barê dosyayê de biryara veşartî heye û her çend bi dozger re hevditin dikin jî nikarin der barê geşedan û naveroka lêpirsînê de tu agahiyan bistinin. Hartavî anî ziman ku heta niha tu pêşketin tune û wiha got: "Di dosyayê de nasnameya 2 cenazeyan hêj nehatiye tespîtkirin. Yek jê ji ber ku kes lê xwedî derneket di gora bêkesan dehat definkirin. Kesê din jî hêj nasnameya wî nehatiye tespîtkirin. Tê gotin ku kesê nasnameya wî nehatiye diyarkirin êrîşkarê bombeyî ye. Heta niha tu encam nehatiye bi destxistin. Hêj îfadeya malbatan jî nehatiye girtin Hartavî anî ziman ku ew bi fikarin ku wekî gelek dosyayên din vê dosyayê jî winda bikin û kujeran veşêrin û wiha axivî: "Heta niha îfadeya malbatan jî negirtine. Serokomar ji kê agahiyan distîne. Serokomar Erdogan der barê nasnameya xwekujerê bombeyî de agahî dan. Em dipirsin ku Erdogan ev agahî ji kê girtin. Hêj cenazeyê dawi nasnameya wî nayê tespîtkirin. Ji ber vê yekê em nizanin bombeyê zindî kîye an çend kesin. Em nizanin temenê wî çiye. Ger ku der barê dosyayekê de biryara veşari hebe divê dozger agahî nede Serokomar jî. Agahdarkirina Serokomar jî li dijî hiqûqê ye. Aqûbeta dosyaya Dîlokê jî dibe wekî aqûbeta dosyayên komkujiyên din Hartavî herî dawî destnîşan kir ku hêj aqûbeta dosyaya komkujiya Pirsusê jî ronî nebûye û ew bi fikarin ku aqûbeta dosaya Dîlokê jî wekî aqûbeta dosyaya Pirsûsê û komkujiyên din winda bikin şolî bikin. Hartavî anî ziman ku ew heta niha bû şahidên gelek dosyayên ku ewil veşartin û piştre winda kirin. (mae)