'Dara kurdan jî tehamul nakin' 2016-10-11 09:12:51 ÎZMÎR (DÎHA) - Serokê Komeleya Muzîsyenên Îzmirê (İMD) Oktay Çaparoglu bi armanca piştevaniya gelê Nisêbînê, navçeya Nisêbîn ziyaret kir. Çaparoglu, piştî ziyaretê diyar kir ku dewlet dara kurdan jî tehamul nake, lê kurd her tiştê xwe bi gelên Tirkiye re parve dike. Serokê Komeleya Muzîsyenên Îzmirê (İMD) Oktay Çaparoglu bi armanca piştevaniya gelê Nisêbînê, navçeya Nisêbîn ziyaret kir û li nava gelê Nisêbînê geriya. Oktay Çaparoglu piştî navçeya Nisêbînê Ziyaret kir û bû şahidê 6 taxên dorpêçkirî û qedexe lê didome, raman û hestên xwe anîn ziman. Serokê ÎMD'ê Oktay Çaparoglu piştî bû şahidên berxwedana gelê Nisêbînê vegeriya Îzmirê çavdêriyên xwe parve kirin. Çaparoglu, anî ziman ku gelê Nisebînê di nava şert û mercên gelek zor û zahmet de dijîn û wiha got: "Li gel ew qas şertêr zor û zahmet gelê Nisêbînê pir mêvanperwer e. Hemû xwarina xwe bi mere parve kirin. Em hembêz kirin û kirin mêvan. Her tiştên xwe aşkere bi mere parve kirin û bûn bersîva me. Min nexwest geşedanên li wir bi medya hawiz fêr bibin. Min xwest her tiştî bi çavê xwe bibînim." Çaparoglu, da zanîn ku hem xwest her titî bi çavê xwe bibîne û hem jî xwest bi gelê Nisêbînê re pîştevaniyê pêş bixe û wiha berdewam kir: "Nêviyê bajar hatiye xerakirin. Hêzen dewletê li ser gelek dîwaran nivîsên li dijî ehleq nivîsandiye. Çêr û gotinên nexweş nivîsandiye. Xaniyên ku xera kirine ala Tirk pê vekirine. Ez wekî mirovekî tirk ji ber vê yekê şerm dikim. Hêzên dewletê zerar dane her tiştî. Darek kurdan jî tehamul nakin. Hemû tişt dane ber guleyan û xera kirine. Hêzên dewletê hêj zextan li ser gelê Nisêbînê dikin û dixwazin sîxuriyê di nava gel de pêş bixe. Li serê her kolan û kuçeyê nasnameyê di GBT'ê re derbas dike û lêgerîn dike. Bê navber bi maşîneyên zirxî di nava kolanan de digere. Dixwazin peyama 'Ez axê we hûn kolê min in' bidin gel. Ji ber vê yekê aramî li wir tune. Kesên aştiyê dixwazin dibin hedef." Gelê Nisêbînê li ruxmê her tiştî di ber xwe didin. Çaparoglu, heri dawî anî ziman ku li gel hemû zext û zordariya hêzê dewletê gelê Nisêbînê li ser piyan e û di nava berxwedanê de ye û wiha got: "Dewlet jî dizane ku gelê Nisêbînê di ber xwe dide. Divê dewlet êdî zanibe pirsgirêk bi vî rengî çareser nabe. Divê êdî pêvajoya aştiyê ku nûnerên gelê kurd jî di navde be dest pê bike." (mae)