Dadgehê ji bo parastina tecrîdê zagonên xwe nas nekir 2016-10-11 09:08:03 YASİN KOBULAN STENBOL (DÎHA) - 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê, daxwaza parêzerên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan a rakirina tecrîdê û daxwaza sûdgirtina ziyaret, name, rojname û telefonan bi hinceta OHAL'ê red kir. Dadgehê ji bo parastina tecrîdê zagonên xwe binpê kir. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan zêdeyî 5 salin nikarin bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin. Her wiha nikarin ji mafê telefon, name û ragihandinê sûdê bigirin. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endamên Buroya Hiqûqa Sedsalê, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û Ocalan jî wekî girtiyên din ji mafê ragihandinê yê wekî name, telefon, ziyaretan sûdê bigire, serî li Dadgerê Înfazê dan. Parêzeran 47 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. 45 caran jî malbatê serî li dadgehê dan. Parêzeran piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê, destpêkê serî li 1'emîn Dadgerê Înfazê da û xwestin ji mafê hevdîtinê sûdê bigirin. Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran biryarên OHAL'ê ya 20'ê Tîrmehê û biryarên KHK'e hincet nîşan da û ev daxwaza parêzeran red kir. Piştî daxwa parêzeran hat redkirin serî li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê dan. Lê 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bursayê jî biryara Dadgerê Înfazê parast û serlêdana parêzeran bi hinceta KHK'ê red kir. Endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Prz. Rezan Sarica, anî ziman ku biryara 1'emîn Dadgerê Înfazê yê Bûrsayê li dijî hiqûqê ye û wiha got "Bi zagonên ku tu eleqeya wan bi vê rewşê tune daxwazên me red dike. Ji ber ku muwekilê me hikum xwariye tu eleqeya wî bi van zagonan tune ye. Raste rast zagon û hiqûq tê binpêkirin. Sedema redkirina daxwaza me bi KHK'ê ve girê dide. Biryarên KHK'ê piştî 23'ê Tîrmeha 2016'an hatin dayîn. Bê dadgehê di 20'ê Tîrmehê de biryar da. Hêj KHK neketibû meriyetê biryar da û zagon binpê kirin. Dadgehê qanûnê xwe îhlal kirin. Em dê biryara dadgehê li AYM'ê îtîraz bikin. Bi vê biryarê tecrîda li Îmraliyê bêtir giran dikin." (mae)