Rojnamegerên çalakger: Em li dijî qutkirina deng derdikevin 2016-10-11 09:04:58 AMED (DÎHA) - Xebatkarên radyo û televîzyonên weşana wan hat qutkirin, di 10'ê Cotmehê de li dijî qutkirina waşanên radyo û televîzyonan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Rojnamegerên çalakger, diyar kirin ku ew li dijî kesên pîşeya wan dikin hedef di çalakiyê dene. Wezîrê Karên Hundir bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (KHK) weşana 23 radyo û televîzyonan qut kir. Gelek saziyên weşanê mohr kirin û dengê wan qut kirin. Rojnamegerên ku radyo û televizyonên wan hatin qutkirin li Guneydogu Gazeteciler Cemiyeti (GGC) ji bo 3 rojan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Rojnameger dê her roj di navbera 11.00 û 17.00'an de çalakiya rûniştinê pêk bînin û bertekên xwe yên li dijî qutkirina weşanan bînin ziman. Di çalakiya rûniştinê de xebatkarên ÎMC TV, Van TV, Hayatin Sesî TV û Jiyan TV cih digirin. 'Em li dijî zextan di çalakiyê dene' Nûçegîhana Van TV ya Amedê Hulya Emeç, bertekên xwe yên li dijî girtina radyo û televîzyonan anî ziman û diyar kir ku îktîdar bi girtina radyo û TV'yan dixwaze yek dengî ava bike û rastiyan veşêre. Emeç, da zanîn ku bi girtina radyo û televîzyonan dixwaze dengê hêzên demokratîk û muxalif jî qut bike û wiha got: "Em ne tenê ji bo radyo û televîzyonên xwe di çalakiyê de ne. Di heman demê de li dijî medya yek dengî jî di çalakiyê dene. Em dengê çivakê ne û em naxwazin dengê civakê bê qutkirin." Emeç anî ziman ku ew dê bêdeng nebin û her dem bibin dengê gel û ji bo vê yekê têbikoşin. 'Em dixwazin di nava raya giştî de hestiyariyekê ava bike' Nûnerê Hayatın Sesi TV yê Amedê, Cumhur Daş jî anî ziman ku ew dê 3 rojan çalakiya rûniştinê pêk bînin û dixwazin bi vê çalakiya di nava civakê de hestiyariyekê ava bikin. Daş, anî ziman ku ew dizanin bi vê çalakiyê nikarin biryara hikumetê biguherînin, lê dixwazin hişyariyekê çêkin û parazvaniya mafên xwe bikin. Daş, anî ziman ku radyo û televîzyonên hatin girtin, ji ber ku rastî ji raya giştî re parve dikirin hatin girtin û ji bo rastî bê veşartin radyo û televîzyon girtin. Daş, bang li her kesî kir û xwest li hemberî van zextan bêdeng nemînin û li dengê xwe xwedî derkevin. 'Em li dijî zextan şêwirê mezin bikin' Nûçegîhana ÎMC TV ya Amedê Kadriye Devîr Uçar jî anî ziman ku li ser rojnamegerên Tirkiye zextên mezin hene û wiha got: "Bi taybetî di sala dawî de zextên li ser rojnamegeran gelek zêde bû. Em dixwazin hemû rojnameger li mafê xwe xwedî derekevin û li dijî zextan piştevanî û hevkariya xwe mezintir bikin. Ne tenê ji bo radyo û televîzyonên hatin girtin, di heman demê de ji bo azadiya çapemeniyê em vê çalakiya xwe pêk tînin. " (mae)