'Em ê malan bikin dibistan' 2016-10-11 09:02:36 AMED (DÎHA) - Mamosteya Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger Jana Çelik tekîldarî mohrkirina dibistanê bertek nîşan da û diyar kir ku ew mohra dewletê qebûl û nas nakin û dê malan bikin dibistan. Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a ku bi kurdî dersê dide di 2014’an de li navçeya Rezan a Amedê bi coş û kelecanek mezin hatibû vekirin û 3 sal in perwerdehiya kurdî dide. Dibistana Ferzad Kemanger heta niha 4 caran ji aliyê dewletê ve hatibû mohrkirin, lê di encama têkoşîn û bertek nîşandana gel û mamosteyan de mohr hat şikandin û vekirin. Dibistanê bi 5 pol û 110 xwendekarî dest pê kir û perwerdehiya kurdî dîtin. Li dibistanê 64 xwendekarên keç, 46 jî yên kurik dest pê kir. Ji van 110 xwendekaran 20 xwendekar zarokên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatibûn Amedê bûn. Piştî axa wan hat azadkirin zarokên Kobanê vegeriyan. Pîştî sala ewil di sala duyemîn de hejmar zêde bû û di serdema perwerdehiyê ya îsal an go sala sêyemîn de hejmara xwendekaran derket 238’î û ev xwendekar niha li benda vekirina dibistana xwe ne. Ji serkeftina xwendekaran tirsiyan Li gorî agahiyên mamosteyên dibistanê dan xwendekarên wan gelek jîr bûn û zarok di her warî de gelek li pêş diketin. Mamosteyan diyar kir ku zarokê dibistana wan ji xwendekarên dibistanên pergalê jîrtîr û serkeftîtir bûne. Di pola Pêşdibistanê de 38 xwendekar, di pola yekemîn de 70 xwendekar, di pola duyemîn de 70 û di pola sêyemîn de jî 60 xwendekar li dibistanê perwerde didîtin. Her wiha li dibistanê 18 mamoste jî dixebitin. Yek ji mamosteyên Dibistanê Jana Çelik têkîldarê mohrkirina dibistanê axivî û bertek nîşanî vê pêkanînê da. ‘Bêtehamuliya li dijî Zarok TV û dibistanê heman e’ Çelik diyar kir ku ev 3 sal in ew li dibistanê mamostetiyê dike û got ku wê di vê serdemê de dersa pola sêyemîn dida. Çelîk anî ziman ku dibistana wan bi awayekî hovîtî hat mohrkirin û wiha got: “Dema me bihîst dibistana me hat mohrkirin bi rastî hêrsek mezin di dilê me de çêbû. Çawa ku dewletê li hember Zarok TV bêtehamuliya xwe da nîşandan, niha jî li hember dibistana kurî rûreşiya xwe da nîşandan. Em vê yekê qebûl nakin û ev rewş nayê qebûlkirin.” Çelîk desnîşan kir ku di destpêka vekirina dibistanê de jî dibistan 4 car mohrkiribûn û axaftina xwe wiha domand: “Gelê me dixwaze zarokên wan bi zimanê kurdî perwerde bibîne. Bi dehan sal e dewlet dixwaze zimanê zikmakî tûne bike. Ev mohrkirin jî zext û zordariya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî ye.” ‘Dibistan venebe em ê li malan perwerdehiyê bidin’ Çelîk da zanîn ku ew li girtina dibistanê guhdar nakin dê karê xwe berdewam bikin û wiha got: “Em bê alternatîf nîn in. Wê ev perwerdehî bidome. Dibistana me venebe em ê perwerdehiya xwe li malan pêk bînin.” Çelîk da zanîn ku tenê ne dibistan hat mohrkirin di heman demê de zimanê gelê kurd hatiye mohrkirin û got ku ew ê mohra dewletê nas nekin. Çelîk polîtîkaya dewletê ya wek zanîngeha kurdî û TRT6 jî bibîr xist û got ku ew ê bi vê polîtîkayê nexapin û dê li gorî pergala xwe perwerdehiya zimanê kurdî bidin. Banga xwedî derketina dibistanê kir Çelîk di serî de bang li gelê Amedê û li tevahiya gelê kurd kir ku xwedî li ziman û dibistanên xwe derkevin û xwest ku gel li dijî vê mohrkirinê bêdeng nemîne. (ra-rd/bg/sa)