Hevseroka DBP'ê ya Îzmirê hat girtin 2016-10-10 21:37:55 SÊWAS (DÎHA) - Hevseroka DBP'ê ya Îzmirê Turkan Poyraz ku li Sêwase hatibû binçavkirin bi îdîaya "endama rêxistinê ye" hat girtin. Hevseroka DBP'ê ya Îzmirê Turkan Poyraz ku di 28'ê Îlonê de li Sêwase ligel Şahîn Çagdaş hatibû binçavkirin bi îdîaya "endama rêxistinê ye" hat girtin. Poyraz, piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan îro sewqî edliyê hat kirin. Poyraz û Çagdaş, piştî sewqî dadgehê hatin kirin bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin û şandin girtîgehê. (mae)