HPG: Me Aydin Mûştû yê AKP'î kuşt 2016-10-10 17:06:04 WAN (DÎHA) - Hêzên Parastina Gel (HPG), çalakiya kuştina rêveberê AKP’ê yê navçeya Qelqelî ya Wanê girt ser xwe. HPG’ê têkildarî kuştina Cîgirê Serokê AKP'ê yê navçeya Qelqeliyê Aydin Muştu daxuyanî da û wiha gotin; “Tîmek me, 9’ê Cotmehê danê êvarî Aydin Mûştû yê ku di rêveberiya AKP’ê ya navçeya Qelqelî ya Wanê de cih digirt û cîgirê qeyûm bû, ceza kir.” (mae)