Dayîkên Aşîtî: Ev bêhiqûqî neyê pejirandin 2016-10-10 17:05:22 WAN (DÎHA) - Çalakiya rûniştinê ya xebatkarên Van TV û Dogu Radyo di roja 11'an de didome. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê xebatkarên Van tv û Dogu Radyo kir û piştgirî da wan. Dayikan diyar kirin ku pêkanîna li dijî tv û radyoyan bêhiqûqî ye û nayê qebûlkirin. Îktîdara AKP'ê bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de (KHK) weşanên 23 qanalên televîzyon û radyo girtin. Piştî qanala Van TV û Dogu Radyo hat girtin, xebatkarên Van TV û Dogu Radyo 11 rojin li ber avahiya televîzyon û radyo çalakiyê pêk tînin. Xebatkarên televizyon û radyo li ber avahiya saziyê ya li taxa Suphanê ya Artemêtê çalakiya xwe berdewam dikin. Saziyên sivîl ên civakî jî nobedaran ziyaret dikin û piştgiriyê didin wan. Însiyatîfa Dayîkên Aşitî ya Wanê xebatkarên Van Tv û Dogu Radyo ziyaret kir û piştgîrî da wan. Di ziyaretê de Dayîkê Meclîsa Aşitî Hafîne Kaçan anî ziman ku girtina Van Tv bê hiqûqiye û dijminahiya gelê Kurd e û wiha axivî: "Îqtîdara AKP heqaretek mezin li hemberî tevahiya Kurdan kir. Ev bê hiqûqû li tu cihê cîhanê mînakê vê tuneye. Tenê li Tirkiyê heye. Dayîka Aşîtî Zekiye Kaya jî anî ziman ku, ew dayîkên aştiyê bi girtina televizyonê xemgînin û dil êşin û wiha got: "Ji ber girtina Radyo û televîzyonan em wan bi tûndî şermezar dikin. Çi gûnehê Kurdan heye ku wisa êrîşek mezin dikin. Ew hemû televîzyon û radyonan bigirin jî, televîzyon û radyo ziman û çavê meye. Bi hinceta derbeyê êrîşî televîzyon û radyoyên kurdan kirin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin." (era/mae)