71 kesên komkujî şermezar kirin hatin binçavkirin 2016-10-10 15:38:19 ENQERE (DÎHA) - Li Enqereyê kesên komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Di êrîşê de herî kêm 71 kes hatin binçavkirin. Komên ku li nokteyên cuda hatin cem hev û xwestin li GAR'a Enqereyê Şehîdên Aştiyê yên di 10'ê Cotmehê de hatin qitilkirin bibîr bînin, rastî astengî û êrîşên polîsan hatin. Polîsan bi ava şit, bombeyên gazê êrîşî girsê kir û di êrîşan de 71 kes binçav kirin. Komên ku li nokteyên Sıhhiye, Adbi İpekçi, Ziya Gokalp, Hipodrom, GMK bulvari, Tandogan, Konur û Selanikê kom bûn rastî êrîşên polîsan hatin Di bûyeran de herî kêm 71 kes hatin binçavkirin. Hat zanin ku gelek kesên hatin binçavkirin rastî lêdanê hatin û birîndar bûn. Hin kesên hatin binçavkirin jî tu eleqeya wan û çalakiyê bi hev tune bû. (mae)