Polîsan dîsa êrîşî xwendekarên ÎU kirin û 30 kes binçav kirin 2016-10-10 14:12:32 STENBOL (DÎHA) - Polîsan cara duyemîn êrîşî xwendekarên zanîngeha Îstanbolê kirin û herî kêm 30 xwendekar binçav kirin. Xwendekarên Zanîngeha Îstanbolê, li ber Fakulteya Wêjeyê kom bûn û xwestin komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an a GAR'a Enqereyê şermezar bikin. Xwendekarên xwestin çalakiyê pêk bînin rastî êrîşa polîsan hatin. Xwendekarên ku li baxçeyê Polen Unlu çalakî pêk anîn, rastî êrîşa polisan hatin û cara yekem nêzî 15 xwendekr hatin binçavkirin. Piştî demekê polîsan cara duyemîn êrîş pêk anî û herî kêm 30 xwendekar binçavkirin. (mae)