Bi hezaran kes daketin kolanan û qatlîam şermezar kirin 2016-10-10 13:25:46 NAVANDA NÛÇEYAN (DÎHA)- Di salvegera yekemîn a Qatlîama Enqereyê ya 10'ê Cotmehê de li dijî Mîtînga Aştiyê ya bihata lidarxistin pêk hat bi hezaran kes daketin kolanan qatlîam şermezar kirin û xwestin berpirsyar bên darizandin. EDENE Li Edeneyê Hêzên Ked û Demokrasiyê, li ber Abîdeya Aştiyê ya li ber avahiya Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê merasîma bîranînê li dar xist. Malbatên kesên ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan endamên KESK, DÎSK, TMMOB, TTB, HDP, CHP, rêxistinên elewiyan ên Edeneyê, parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên CHP'ê Îbrahîm Ozdîş, Elîf Dogan TUrkmen û Zulfikar Înonu Tumer jî di nav de gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Merasîmê bi rêz girtinê dest pê kir. Di çalakiyê de pankartên "Em ê teslîmî qatlîaman nebin, Li dijî şer derkevin. Bijî biratiya gelan, yekîtiya kedkaran" "Li dijî şer, qatlîam, darbe û OHAL'ê aştî, demokrasî, biratiyê dixwazin" hatin vekirin û wêneyên kesên di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan hatin hilgirtin. Serokê Odeya Tabîban a Edeneyê Alî Îhsan Okten di çalakiyê axivî û diyar kir ku ew ê her tim hevre bin û mil bi mil têkoşîna xwe bidomînin. Okten wiha got: "Bedel çi dibe bila be em ê ji têkoşîna xwe ya ked, aştî û demokrasiyê paş ve gav neavêjin. Heta ku kujer û hêzên li pişt wan neyên dîtin em ê rehet nekin. Heta berpirsyar hesab nedin em ê bêdeng nebin, bêzar nebin û tu caran efû nekin." Piştî axaftinê kesên beşdarî merasîmê bûn qurnefîl danîn ber abîdeyê û bîranîn bi dawî bû. ÎZMÎR Hêzên Demokrasî û Kedê yê Îzmîrê Ayşe Denîz û Berna Koç ên ku di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên wan bi bîr anî. Merasîm li Goristana Dogançay a Karşiyakayê pêk hat. Di merasîmê de pankarta wêneyên kesên di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan û nivîsa "Em kujeran nas dikin, em ê nedin jibîrkirin. Têkoşîna wan dê têkoşîna me ronî bike" hate vekirin. Li ser navê komê Berdevkê Lijneya Kordînasyona TMMOB'ê ya Îzmîrê Melîh Yalçin axivî û diyar kir ku beriya salekî îro ji bo aştiyê çûne Enqereyê, ligel ku li ser qatlîama salek derbas bû jî kiryar hê jî nehatine dîtin. Yalçin bilêv kir ku îxtidar dixwaze qatlîamê bide jibîrkirin û wiha got: "Îro li Enqereyê polîsan mudaxaleyê merasîma bîranînê kirin. Hê jî dixwazin vî qatlîamê bidin jibîrkirin. Di esasê xwe de berpirsyariya xwe ya di qatlîamê de bidin jibîrkirin. Ew çiqas bidin jibîrkirin jî em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin." Piştre Serokê Odeya Muşavîrên Muhasebe û Aboriyê ya Îzmîrê (ÎZMMMOO) Vedat Adak ku Ayşe Denîz endama wan bû axivî û got ku ew ê dev ji têkoşîna aştiyê bernedin û wiha axivî: "Em jî hovîtî û şîdeta we netirsin. Em ê ji têkoşîna ji bo aştiya civakî bêzar nebin. Ji bo li welatekî demokratîk, azad û wekhev bijîn em ê dev ji parastina aştiyê bernedin." Piştre jî qurnefîl danîn li ser gora Koç û Denîz. STENBOL Serdan Ben û Fatma Esen ên di qatlîamê de jiyana xwe ji dest dan li Goristana Taxa Gaziyê ya navçeya Sultangaziyê hatin bibîranîn. Merasîm ji aliyê Kordînasyona Demokrasî û Kedê ya Sultangaziyê ve hat lidarxistin û Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş, Hevserokên HDP'ê yên Sultangazî, Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, Gaziyên Pirsûsê û birîndarên qatlîama Enqereyê beşdar bûn. Di bîranînê de pankarta "Ev qada bi xwîn e, dê aştî bi ser keve" hate vekirin. Piştî rêz girtinê birayê Ben, Alî Ben axivî û diyar kir ku tiştekî ku zêde we bibêjin tuneye û gelek bi hêrs in. Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erbaş jî anî ziman ku qatlîam bi awayeke aşkera hatiye ligel salek derbas bû jî kiryar nehatine darizandin. Erbaş destnîşan kir ku qatlîama herî bixwîn a Tirkiyeyê hatiye jiyankirin û nirxandina "Tirkiye welatekî qatlîaman e" kir. Li ser navê Kordînasyona Demokrasî û Kedê ya Sultangaziyê Leyla Kasim Işik jî anî ziman ku hê êşa qatlîama Pirsûs û Enqereyê teze ye û nirxandina "Ya ku hat bombekirin hêviya gelan, aştiya ku li bendê bûn." Işik bilêv kir ku bi hinceta darbeyê welat anîne rewşekî ku nayê jiyankirin lê ew ê li dijî faşîzmê serê xwe netewînin. Piştî merasîma li ser gora Ben, girse derbasî li ser gora Fatma Esen bûn. Li vir sirûda "çerxa şoreşê" hat xwendin û rêz girtin. Endamê Piştevaniya Demokrasî û Kedê Elî Haydar Akdenîz axîvî û diyar kir ku AKP ji bo tola 7'ê Hezîranê bigire pêla qatlîaman daye destpêkirin. Akdenîz got ku ew ê têkoşîna xwe bidomîin heta ku kiryar bên darizandin ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Akdenîz da zanîn ku berpirsyarê qatlîamê AKP ye û dê teqez jê hesab bipirsin. Hevserê Esen, Mehmet Esen jî di axaftina xwe de got ku dê têkoşîna xwe bidomînin. Bîranîn bi dîruşma "Şehîdên şoreşê nemir in" "Şehîd namirin" bi dawî bû. Rêxistina HDP'ê ya Avcilarê jî Rêveberê HDP'ê yê Avcilarê Bînalî Korkmaz li Goristana Kanaryayê bi bîr anî. Li vir rêz hat girtin û girseyê soza têkoşînê da. (sa)