Yên destûr dan komkujiyê şînê qedexe dikin 2016-10-10 13:18:35 ENQERE (DÎHA) - Bi hezaran kesan li gel hemû qedexe û êrîşan komkujiya 10'ê Cotmehê şerezar kirin û 101 Şehîdên Aştiyê bibîr anîn. Di merasimê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, helwesta Walî rexne kir û got: "Waliyê destûr nade ku xizmên 101 mirovan biçin şîna xwe bigirin û li aliyê din qurnefilan dixe destê xwe û diçe qadê dibêje 'Ev êşa me ye'." Bi hezaran kesan li gel hemû astengî û qedexeyên polîs û walîtiya Enqereyê komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar kirin û 101 Şehîdên Aştiyê yên di mîtînga Aştiyê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anîn. Her çend li gelek cihan polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî çalakgeran kir jî, bi hezaran malbat, nûnerên rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî, li milê ku barîkat lê hatibûn avakirin kom bûn û dem dem bi polisan re şer kirin. Girseya ku 2 caran bi polîsan re şer kir bi siloganan helwesta xwe ya li dijî qedexeya walîtiye anîn ziman û hewl dan ku barikatan derbas bikin. Her çend piştre polîsan diyar kirin ku li ser biryara walitîyê tenê malbat dikarin biçih cihê bîranînê jî polîsan gelek balbat derbasî qadê nekirin. Tenê ligel heyeta CHP û DÎSK'ê çend malbat derbasî qadê bûn. Girsê bertek nîşanî biryara walî dan û silogan berz kirin. Di bernameya bîranînê de dîsa polîsan bi bombeyên gazê, ava şit mudaxale kir û gelek kes darp kirin. Gelek kesên xwestin beşdarî bîranînê bibin piştî êrîşan hatin binçakvirin. Piştî êrîşên polîsan gelek endam û rêveberên HDP, TBB, KESK, TMMOB, Kaldiraç, HTK, Halkevkleri, ESP û EMEP'ê li nokteya barîkatan kom bûn û xwestin şînê bigirin. Malbatan li vir bertek nîşanî polîsan dan û gotin "Hûn ji şîna me jî ditirsin. Destûr bidin em şîna xwe bigirin" Malbat û nêzî 2 hezar kesên li vir kom bûn, bertek nişanî qedexeyan dan û li vir daxuyani dan. 'Komkujiyan serbest dikin şînê qedexe dikin' Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen, bertek nîşani biryara Waliyê Enqereyê ya "Qedexe"yê da û anî ziman ku ev biryarek keyfî ye. Ozgen, anî ziman ku ev hişmendî komkujiyan serbest dike, lê destûr nade welatî şînê xwe bigirin û şînê qedexe dikin. Ozgen, da zanînku aqilê ku destûr da komkujiya DAIŞ'ê xwedî hişmendiya DAIŞ'ê ye. Ozgen, anî ziman ku destûredayîna şînê komkujiya duyemîn e û dê li dijî faşîzma AKP'ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Pişt re bavê Dicle Delî Faik Delî axivî Deli, anî ziman ku hişmendiya destûrê dide bombe li hundirê Tirkiye biteqin û komkujî pêk bên, destûrê nade malbat şîna xwe bigirin û wiha got: "Li hemberî me barikatan datînin. Ger ku di roja mîtîngê de ev tedbîr hatibûna girtin ev komkujî pêk nedihat. Lê îro walî rê li şînê me digire. Em hişmendiyên qedexeyan nas dikin û red dikin. Piştre Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş wiha got: "Dê rojên ku em hesabê wan bipirsin jî dê bê. Ev îxtidara zorbe demî ye. Jibilî jopên di destên wan de tiştek nemaye. Bi zor, pêkûtî û tirsandinê xwe li ser piyan digirin. Heke zor nebe dizanin ku dê rojekî jî li ser piyan nemînin. Dizanin jibilî zêdekirina zilmê tu alternatîfên wan tuneye. Ji ber vê yekê jî li her derê Tirkiyeyê polîtîkayên zilm û pêkûtiyê dixin dewreyê. Rezaleta ku îro li vir heye dê hesabê wî ji Wezareta Karên Hundir û walî bêpirsîn. Hûn ê desturê nedin xizmê 101 kesên hatin qetilkirin, piştre dê walê bef bê bibêje ev êşa me ye jî. Vî rezaletê em ê jî vî wekî demokrasî qebûl bikin. Ji mirinê wêdetir gund tuneye' Ev roj dê derbas be. Dê gel hêza xwe xurt bike. Li Tirkiyeyê bindest bê guman dê faturaya zilmê ji zarokên xwe re dernexin heta ku fatureya vî zilmê ji îxtidarê re bê derxistin em ê têbikoşin. Dem dema tirsê nîne. Ma em ê ji vî zêdetir bedelê çawa bidin. Ji vî wêdetir tuneye, ji mirinê wêdetir gund tuneye. Bila hemû kes li gorî vî hesabê xwe bike. Em ê bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidomînin. 'Em ê fermana şehîdên aştiyê bi cih bînin' Feraseta AKP'ê ya ku ev welat kiriye gola xwînê û hevkarên wî yê DAIŞ hesabê vê bidin. Zarokên leheng ên li ber xwe didin ên kurd û tirkan dê bi ser kevin. Heke ev welat bi ser keve dê yên ku li vî qadê rûmeta me hemûyan temsîl kirin bi ser kevin. Kesên ku îdeolojî, mezheb, partî, rêxistinên wan cuda bûn ji 81 bajarên Tirkiyeyê hatin û gotin em li welatê jî aştî dixwazin mîrate û emanetekî mezin ji me re hiştin. Ew mîrate ji bo me ferman e. Dê pêwîstiya wî fermanê bê bicihanîn." Piştî axaftina Demîrtaş polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşê gel kir. Ciwanan bi berxwedanê bersiv dan polîsan û li ser vê demeke li ser cadeyê pevçûn berdewam kir. Malbat û bi sedan welatî bi dirûşmên "Qatiy DAIŞ hevkar AKP" li kolanê meşiyan û derbasî kolana Konurê ya Kizilayê bûn. Ligel êrîşa polîsan jî welatiyan meşa xwe domandin. Di êrîşa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin. (mae/sa)