Êrîş li dijî çalakiyên li Enqereyê didomin 2016-10-10 11:51:54 ENQERE (DÎHA) - Komên ku dixwazin komkujiya 10'ê Cotmehê şermezar bikin û 101 Şehîdên Aştiyê bibîr bînin, li dijî êrîşên polîsan di nava çalakiyê de ne. Polîs bê navber bi bombeyên gazê, ava şit û guleyên plastik êrîşan pêk tîne. Koma ku hevserokên HDP'ê û wekîl jî di navdene cara 3'yemîn rastî êrîşan hat. Li çar aliyên Enqereyê parazvanên mafên miran, saziyên civakî û partiyên siyasî li gel malbatên ku zarokên wan di komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an de li GAR'a Enqereyê hatin qetilkirin çalakiyan pêk tînin. Komên ku dixwazin komkujiyê şermezar bikin û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin, rastî êrîşên polîsan tên. Komên ku li pêş Nexweşxaneya Numune, Gara Trenê hatin cem hev, rastî êrîşên polîsan ên bi ava şit û bombeyên gazê hatin. Koma ku Hevserokên HDP'ê û wekîl jî di navde cara 3'emîn rastî erîşa polîsan a bi ava şid hatin. Hezaran kesên ku wekîl û hevserokên HDP'ê jî di navde li gel hemû mudaxaleyan belav nabin û bi biryarin ku bîraninê pêk bînin. Bi mudaxaleya polîsan re pevçûn li kolanên Kizilay, Sihhiye, Cebecî û Ziya Gokalpê belav bûn. Piştî komek ciwan li kolana Ziya Gokalpê barîkat danî rastî êrîşên polîsan hatin. Dê gotin ku ger bûyer li Kampusa Cebecî jî belav bibe dê bêtir dijwar bibe. (mae)