Ji PKK'ê hat binçavkirin û ji Cemaêtê hat girtin 2016-10-10 10:59:31 ERZÎNGAN (DÎHA) - Endamê BES'ê Ozgur Bektaşoglu yê ji peyvirê Karên Daristanê ya Erzinganê hat dûrxistin bi îdîaya "Endamtiya PKK/KCK'" hat girtin. lê bi îdîaya "Bi Cemaeta Gulen re di nava dan û stendinê de ye" hat girtin. Girtin û binçavkirinên li dijî kesên muxalif berdewam dike. Li Erzînganê jî endamê Sendîkaya Kedkarên Buro (BES) ku xwedî nasnameya Elewî-Kizilbaş Ozgur Bektaşoglu (41), demek berê bi îdîaya "Endamtiya PKK/KCK'ê " hat binçavkirin û hat berdan. Di meha Tîrmehê de jî ji peyvirê hat dûrxistin. Polîsan di 16'ê Îlonê de dîsa bi ser mala Bektaşoglu de girtin û li malê ew binçavkirin. Polîsan bi hinceta ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Erzînganê Bektaşoglu de bi îdîaya "endamtiya PKK/KCK'ê" biryara binçavkirinê heye ew binçav kirin û birin midûriyeta polîsan. Polîsan di lêgerîna malê de gelek alav û amûrên taybet ên şexsî yên Bektaşoglu desteser kirin û birin. Dîsa telefona wî jî desteser kirin. Bektaşoglu birin qereqola polîsan a Çarşiyê. Bektaşoglu û 7 kesên din li vir bi îdîaya "Endamtiya Cemaeta Gulen" rastî lêpirsînê hat. Gotin di telefona wî de Bylock heye! Bektaşoglu ku rastî îdîaya "Di telefona te de bernameya Bylockê heye û endamtiya Cemaetê" hat. Bektaşoglu ku ev yek wekî henek fam kir, rastî pirsên wekî "Ji endamên FETO re bêjin em jî bibin alîkarê we" û xwestin bi wî re hevkariyê pêş bixin. Bektaşoglu her çend got tu têkiliya wî bi FETO re tune û di telefona wî de bernameya Bylockê tune jî piştî roja 3'emîn dîsa bê parêzer xistin nava lêpirsînê. Ligel Beştaşoglu 7 akademisyên hatin binçavkirin di 21'ê Îlonêde bi îdîaya "endamtiya cemaetê hatin girtin." Bektaşoglu ku bi îdîaya "Endamê PKK/KCKê hat binçavkirin, di 21'e îlonê de sewqî dozgeriyê hat kirin û li dadgehê bi îdîaya "Bi cemaeta Gulen re di nava têkiliyê de ye hat girtin. Bektaşoglu, piştî hat girtin şandi Girtîgeha Tîpa T a Erzinganê. Xwestin wî têxin kawîşa polîsan. Lê Bektaşoglu ev yek red kir û xwest her kes li dijî neçîra cadiyan hestiyar tev bigerin. (mae)