Kûzû: OHAL’a li Tirkiyeyê tê sepandin, li dijî peymana navnetewî ye 2016-10-10 09:23:51 MÊRDÎN (DÎHA) – Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdînê Parêzer Erdal Kûzû diyar kir ku, stratejiya ku dewlet nikaribû bi salan li hemberî siyaseta kurd pêk bîne, bi riya OHAL’ê xist meriyetê û disepîne. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Parêzer Erdal Kûzû diyar kir ku, hikûmet bi OHAL’a ku piştî hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê îlan kir û dawiyê dema wê dirêj kir dixwaze hemû mafan bin pê bike û anî ziman ku, dewlet bi salan stratejiya ku dixwest li hemberî siyaseta kurd pêk bîne, lê nikaribû bîne, bi OHAL’ê xistiye meriyetê û wê disepîne. Kûzû diyar kir ku, OHAL’a ku digotin dê li dijî gel neyê bikaranîn, niha bi her awayî li dijî gel tê bikaranîn. 'Sepandinên ji salê 90’î xerabtir’ Kûzû dest nîşan kir ku, sepandina OHAL’ê di esasê xwe de li dijî gel hatiye derxistin û bi vê re li herêmê bi awayekî cidî li dijî siyasetmedaran, aktivîstên civaka sivîl, perwerdekaran û bi giştî li dijî hemû kesimên civakê wek amûreke tepisandinê tê bikaranîn û wiha got: “Niha em bi sepandinên ku salê 90’î jî derbasdikin re rû bi rû ne.” 'Dirêjkirina OHAL’ê, sinyala rawestandina pêvajoyê dide’ Kûzû dest nîşan kir ku, bi Biryarameyên Di Hukmê Qanûnan de dema binçavkirinê derketiye 30 rojî, îşkence û mûameleyên xerab dijwartir û zedetir bûne û wiha axivî: “Ev sepandin hemû a rast bi awayekî aşkere dide der ku ji venêrîna darazeke serbixwe rev û dûrketinek heye, pêkanîna sepandinên li gor dilê xwe heye. Em bi pêvajoyeke ku bi her awayî azadî hatine binpêkirin re rû bi rû ne. Bi dirêjkirina OHAL’ê aşkere sinyalên rawestandina pêvajoyê nîşan dide û xuyaye em serdemek ku dê encamên wê giran bin bijîn.” 'OHAL’a li Tirkiyeyê tê sepandin, li dijî Peymana Navnetewî ye’ Kûzû dest nîşan kir ku, di peymana navnetewî de tê diyar kirin ku divê OHAL maf û azadiyan biparêze û li gor wê bê sepandin û wiha axivî: “Lê di sepandina heyî de, sepandinên ku dewlet derdixe holê bi her awayî maf û azadî bi awayekî kêfî hatine binpêkirin, bi temamî li gor stratejiya xwe disepîne û bi vê re dest bi pêvajoyeke tasfiyeyê kiriye. Qaşo wan gotibû, vê ji bo kesên hewldan derbeyê kirine derxistiye, lê li vir em wek aktivîstên civaka sivîl dibînin ku OHAL bi temamî li dijî siyaseta kurd tê bi kar anîn û di vî warî mafên bêhn stendinê yên mirovan bin pê dikin.” 'Mafê mirovan tên binpêkirin’ Kûzû dest nîşan kir ku, dewlet bi salan stratejiya ku dixwest li hemberî siyaseta kurd pêk bîne, lê nikaribû bîne, bi OHAL’ê xistiye meriyetê û wiha diyar kir: “Em ji kîjan hêlê ve lê binherên jî, ev rewş rewşeke ku bi her awayî mafê mirovan ên xwezayî bin pê dike.” (red)