Li hemberî dijminatiya kurdî ya qeyûm nerazîbûn 2016-10-10 09:15:09 WAN (DÎHA) - Alîkara Hevşaredarê Qelqeliyê Elîf Yîgît li hemberî girtina Kreşa Alan Kurdî ya bi fermana qeyûm Serdar Karal nerazîbûn nîşan da û ev pêkanîn wekî "pêkanîna faşîst" bi nav kir. Alîkara Hevşaredarê Qelqeliyê ya Wanê Elîf Yîgît li hemberî li hemberî girtina Kreşa Alan Kurdî ya bi fermana qeyûm Serdar Karal nerazîbûn nîşan da. Yîgît anî ziman ku qeyûm piştî ku hate tayînkirin şaredarî kir wekî qada dagirkeriyê û piştre jî di civîna bi keyayan kiriye de gotina "hûn ê neçin cenazeyên PKK'iyan pêşwazî nekin û neçin şîna wan. Yên ku diçin jî hişyar bikin. Êdî min gotina xwe kir mayî jî ya we ye" bi kar aniye. Dijminatiya li dijî kurdî Yîgît bilêv kir ku girtina Kreşa Alan Kurdî dijminatiya li dijî kurdî ye û wiha berdewam kir: "Qeyûm çawa hat tayînkirin pêkanînên faşîst xist dewreyê. Avahiya şaredariyê ya gel e ji aliyê polîs û cendirmeyan ve kirin wekî qada dagirkeriyê. Kreşa me ya di bin banê şaredariyê de hat vekirin tehamul nekirin ku em dersa kurdî bidin deriyê wî mohr kirin. Di civîna bi keyayan re keya tehdîd kir." Xebat li avahiya DBP'ê didome Yîgît anî ziman ku ew ê şaredariyên gel teslîm nekin li ber xwe bidin û xebatên xwe li avahiya DBP'ê berdewam bikin. Yîgît bang li gelê Qelqeliyê jî kir û got ku bila xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. (sa)