Kenên xwe li pey xwe hiştin û çûn 2016-10-10 09:12:01 ÎZMÎR (DÎHA) - Şehîdên Aştiyê Ayşe Deniz û Berna Koç ku di 10'ê Cotmehê de hatin qetilkirin li pey xwe kenê xwe û daxwaza aştiyê hiştin û çûn. Hevalên wan diyar kirin ku di demek kin de di nava têkoşînê de cih girtin, lê bi ken û xebatên xwe cihê xwe di dilan de çêkirin. Şehîdên Aştiyê Ayşe Denîz û Berna Koç ku di 9'ê Cotmehê de ji bo aştiyek mayinde berê xwe dan Enqereyê û di êrîşa bombeyî ya li dijî Mîtîna Aştiyê de hatin qetilkirin li pişt xwe tenê ken û daxwaza aştiyê hiştin. Denîz û Koç piştî komkujiya li Pirsûsê biryar dan ku bêtir têkoşîna aştiyê bilind bikin. Şehida Aştiyê Aşye Denîz a di sala 1981'an de li Konya ji dayik bû. Keça malbatek Çerkes e. Ayşe Deniz, piştî li navçeya Pirsûsê 33 ciwanên sosyalist hatin qetilkirin bi awayekî çalak di nava xebatên aştiyê de cih girt. Li navçeya Karşiyaka ya Îzmirê bu endamê HDP'ê. Di demek kurd de di rêveberiya HDP'ê de cih girt. Denîz, ku ji bo doza 33 ciwanan a aştiyê bilind bike di rêya wan de jiyana xwe ji dest da. Şehida Aştiyê Berna Koç jî wekî Ayşe Deniz piştî 33 ciwan hatin qetilkirin bi awayekî çalak tev li xebatên aştiyê bû. Koç, berî tev li xebatan bibe di şîrketa paqijiyê de dixebtî. Amadekariyên zanîngehê kir. Lê piştî kuştina 33 ciwanan li Îzmirê şermezar kir rastî êrîşa polîsan hat. Koç, piştî rastî êrîşa polîsan hat bêtir tev li têkoşînê bû. Ji bo mirov neyên kuştin berê xwe da Enqereyê û di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da. Darbesta Koç ji aliyê hezaran kesan ve hat definkirin. Deniz û Koç her çend di demek kin di nava têkoşînê de cih girtin jî cihekî mezin di dilê hevalên xwe de hiştin. Rêveberê HDP'ê yê Karşiyaka Cengiz Kuçukgorgey, diyar kir ku cihê Denîz di nava têkoşînê de pir berbiçav bû û wiha got: "Deniz di nava têkoşîna demokrasî, ekolojî aştî û parastina mafê sewalan de cih girt. Kesayetiyek şoreşger û demokrat bû. Ji ber çalak û germ bû pir dihat hezkirin û di dilê her kesî de cihê xwe çêkir. Kesek bi biryar û bawerî bû. Herî dawî gotibû di qada Aştiyê de em hev bibînin. Em dê têkoşîna wê bilind bikin. Hevalê Denîz ê xebatê Nizamettin Aktaş jî anî ziman ku Deniz di demek nêzîk de bi dîsîplîn û germaniya xwe cihê xwe di dilê her kesî de çêkir û wiha got: "Cihê xwe di mejî û dilê her kesî de çêkir. Piştî komkujiyê ew çûn lê biryar, dîsiplîn û kenê wan li pişt wan ma. Em dê li têkoşîn û doza wan xwedî derkevin. Hevalê Denîz Azad Altindag jî anî ziman ku pişti Denîz tev li têkoşînê bû doza kurdan ji nêz ve şopand û têkoşera aştiyê bû. Altındag, da zanîn ku dema bi hevre çûn Enqereyê ew di otobusek cuda de bû û di navbera rêwîtiyêde hev dîtin û wiha got: "Got rêwîti çawa diçe. Min got em bê navber staran dibêjin. Wê jî xwet li otobusa me suyar bibe. Lê ji ber ku cih di otobusê de nebû nehat. Ger ku ew bi otobusa mehatibûya dê îro sax bûya. (mae)