Bi tedbîrên leşkerî gundî ji cih û warên xwe tên kirin 2016-10-10 09:01:17 AHMET KANBAL HATAY (DÎHA) - Bi şerê Sûriyeyê re tedbîrên leşkerî yên li sînorê Sûriye û Tirkiyeyê tên girtin dike ku welatiyên li gundê sînor dijîn koçî navenda bajar bikin. Di roja ku şerê Sûriyeyê dest pê kir heta niha yek ji bajarê ku herî bi bandor bû Hatay e û li gundê sînor ê bi ser navçeya Altinozuyê fikarên gel didome. Li gundên ku piraniya wan di nava demê de koçî bajar û navçeyan kirine, jibilî kal û pîran çend ciwanên ku li bax û baxçeyan dixebitin hane. Li girên jor tank û obus Ji bo ku mirov bikeva gundê Omerliyê ji bo têketina gundê Kizilçatê ya Yayladagê prosedura pêwîs dike derbasdar e. Jibilî gundiyan desturj i bo kesên din nayê dayîn û hatin û çûn ji aliyê cendirmeyan ve tê kontrolkirin. Ji girên jor ên gund bataryayên obusan hatine bicihkirin. Têkîldarî gund agahî girtin jî hema ku nepêkan e. Têketinên gundê Kiliçtutanê jî hatin û çûn bi kontrol û bi sinor e. Girên jor ên gund bi obusan tê girtin ji gund di heman demê de kampan li hemberî gundê Guveçîçîya Yayladagê jî tên dîtin. Dema ku mirovê dinêre 5 kampên cuda hene û ev wekî cihekî jiyanê yê mezin dixuye. Tankên ku li girên jıor hatine bicihkirin jî bala mirovan dikişîne. Rewşekî bi vî rengî li gundên Merîç û Erşab ê li sînorê Sûriyeyê ne jî hene. Li her gundê qereqolek heye, riyên qereqolên sînor jî bi torbeyên xîzê û wesayîtên leşkerî ve hatine girtin. Tedbîrê leşkerî di asata herî jor de ye Gundê Karbeyazê jî yek ji gundê herî mezin ê Altunozu ye. Li gund zeytûn û tesîsên rûnê zuytunê heye û di heman demê de li gorî gundên din qerebalix e. Li gund qaçaxgeriya mirovan zêde ye û bazirganên mirovan bi welatiyên Sûriyeyê ku bi pereyan derbas dikin tînin gundê Karbeyazê û piştre jî dibêjin bi tena xwerê biçin û tenê dihêlin. Welatiyên Sûriyeyê yên ku ji aliyê Qereqola Cendirmeyan a Sûriyeyê ve tên girtin ên tirkmen û ereb dişînin kampên cuda. Dîsa li herêma tedbîrên leşkerî derketiye asta herî jor li riyên ku ji gundan derbas dibe kontrolên tên kirin bala mirovan dikişîne. (sa)