'Hevdîtinên bi Ocalan re dê pêşî li mirinan bigire' 2016-10-09 19:12:50 RIHA (DÎHA)- Li Pirsûs'ê Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan beriya niha bi 18 salan pêk hat, hat şermezarkirin. Li Pirsûsa Rihayê, têkildarî komploa navnetewî ya 9’ê Cotmehê ya di sala 1998’an de li dijî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan pêk hatibû, bi panelekê hat şermezarkirin. Panela ku li avahiya DBP’a Navçeyê hat lidarxistin, li gel birayê Ocalan, Mehmet Ocalan, bi dehan welatî beşdarî wê bûn. Beriya panelê ji bo hemû kesên di rêya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin. Di panelê de Mehmet Ocalan axivî. Ocalan balê kişand ser koploya 9’ê Cotmehê û wiha got: “Beriya 18 salan bi destê hêzên navnetewî koplo pêk hat. Ocalan, ji bo xesar negihê gel ji Rojhilata Navîn derket. Niha jî di hucreyekê de dimîne. Lê tenê dê bi hevdîtinên bi Ocalan re pêşî li mirinan bê girtin.” ‘Hîn jî komplo didome’ Ocalan di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Komplo hêj berdewam dike, bi teqîna Enqerê ya Pirsûsê û herî dawî bi qeyimûn li ser şaredariyên DBP’î komplo berdewam dike. Ji bo mafên xwe netirsin, têbikoşin" (mhy/red)